El-Maşî: Bi kuştina şêxan dixwazin di nav gela de fîtneyan çêbikin

Şêxê êla Bûbena Farûq El-Maşî destnîşan kir ku baskên îstixbarata AKP'ê hewl didin aramî û ewlehiya herêmên Bakurê Sûriyê têk bibe û bi hedefgirtina rûspiyan dixwazn tevna civakî xirab bikin.

El-Maşî: Bi kuştina şêxan dixwazin di nav gela de fîtneyan çêbikin
29 mijdar, 2018   06:43

TIRKÊ EL-KALIT-AZAD SEFO / GIRÊSPÎ

Şêxê êla Bûbena û hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Farûq El-Maşî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku aliyên ku dixwazin fîtneyan di navbera gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derbixin, hewl didin bi rêya kuştina kesên sembol ê êlên Ereban di herêmê ewlehî û aramiyê têk bibin.

Di berdewama gotinên xwe de El-Maşî got ku, dewleta tirk bi taybet bi rêya hedefgirtina sembolên êlên herêmê û belavkirina hin îdiayên qirêj hewl didin tevna civakî ya Bakurê Sûriyê têk bibin. El-Maşî wiha got: "Tirkiye ji parçekirina tevna civakî ya herêmê armanc dike herêmê zeîf bixe da ku berjewendî û timayên xwe li herêmê pêk bîne."

Di dirêjahiya gotinên xwe de El-Maşî piştrast kir ku gelên herêmê xwe bi xwe birêve dibin û ew têghiştine û dizanin ku xeteriya dewleta tirk li ser wan çiye. Ji ber ku bi çavên xwe dîtin dewleta Tirk li gelek herêm dagirkir û li wan herêm ku dagir kir jî bi çeteyên xwe re kiryarên qirêj dike. Ev rastî bi taybet jî li Efrînê pir eşkere bu.

Têkildarî sedema tevlêbûna ciwanên herêmê nav refên QSD'ê El-Maşî gotku, “ciwanên Bakurê Sûriyê ji bo ku herêmên xwe ji bin dagirkeriya çeteyên DAI'Şê rizgar bikin û di heman demê de ji bo gelê xwe bi parêzin tevlî refên QSD’ê dibin. Ev hêz ne bi armanca parçekirina yekîtiya xaka Sûriyê hatiye avakirin an jî bibe xeteriyek li ser dewletekî din."

Di dawiyê de Şêxê êla Bûbena Farûq El-Maşî bang li hemû şêniyên herêmên Bakurê Sûriyê kir ku hevgirtin û yekîtiya xwe ava bikin û li hember komployên dewletên ku timayên wan li herêmê hene bisekinin û bi fîtne û îdiayên wan aliyan neyin xepandin.

(şx)

ANHA