Li Tebqayê turnovaya şetrancê

li Tebqayê bi tevlêbûna 40 lîstokvanan turnovaya şetrancê destpê kir.

Li Tebqayê turnovaya şetrancê
Li Tebqayê turnovaya şetrancê
Li Tebqayê turnovaya şetrancê
Li Tebqayê turnovaya şetrancê
Li Tebqayê turnovaya şetrancê
Li Tebqayê turnovaya şetrancê
Li Tebqayê turnovaya şetrancê
Li Tebqayê turnovaya şetrancê
Li Tebqayê turnovaya şetrancê
28 mijdar, 2018   15:07

TEBQA

Yekitiya Werzîşê ya Tebqayê bi hevkariya Meclisa Ciwanên Tebqayê turnovaya şetrancê bi navê 'Şehîd Ebdulkerîm Tebqa' orgenîze kir. Turnovayê li bajarê Tebqayê bi tevlêbûna 40 lîstokvana (zarok, jin û mêr) destpê kir.

Tunovayê li navenda Şehîd Hanî ya Meclisa Ciwanên Tebqayê  bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Tevî hezkiriyên şetranc, serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Tebqayê û endamên buroya werzîşê beşdarî çalakiyê bûn.

Paşê serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Tebqayê Musna Ebdulkerîm axivî turnovê pîroz kir û diyar kir ku ev gav wê bibe destpêka vejandina gelek lîstokan û bi taybet ên hizrî.

Piştre Musna Ebdulkerîm bi rêya peşkê (pişkê) navên lîstokvanan diyar kir. Hejmara lîstokvanan 40 e û di dewreya yekemîn de wê 20 lîstokvanên serkeftî ji hemû çînên lîstokê derbasî dewreya dawîn bibin.

Turnova wê heta roja Yekşema bê bidome. Di dewreya dawîn de wê ji her çînekî du lîstokvan li beramberî hev bilîzin. Her wiha sê lîstokvanên serkeftî yên destpêkê wê werin xelatkirin.

Li gorî endamê rêveber ê lîstokên tekekesî yê Yekîtiya Werzîşê yê Tebqayê Mehmûd El-Yetîm hejmara kesên ku xwe di turnovayê de tomar kirine gelek pir e. Ji ber wê neçar mane beriya destpêkirina turnovayê, lîstokvanan di ezmûnan re derbas bikim û yên herî baş bipejrînin.

(şx)

ANHA