‘Rêveberiya Xweser xala destpêkê ya ber demokratîkbûya Sûriyê ye‘

"Şiklê hikumetê di navendiya demokratîk de û modela Rêveberiya Xweser " mijara duyemîn a Danûstandinên Sûrî-Sûr bû. Di vê beşê de hate gotin ku Rêbeberiya Xweseriya Demokratîk û hevpeyamana civakî xala girîng a ber bi pêvajoya demokratikbûyîna Sûriyê ye ve.

‘Rêveberiya Xweser xala destpêkê ya ber demokratîkbûya Sûriyê ye‘
28 mijdar, 2018   15:54

EYN ÎSA

Danûstandinên Sûrî-Sûrî li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî didome. Piştî bidawîbûna nirxandina beşa xwe ya duyemîn a "Şiklê hikumetê di navendiya demokratîk modela Rêveberiya Xweser de" û şûnde navber dest pê kir.

Di beşê duyemîn de axaftin ji aliyê siyasetmedarê mûxalif ê Sûriyê (Xiyas Neîsa), Hikmet Hebîb, Şepêla Rêya ber bi guhertina aştiyane (Fatih Camûs), Partiya Kar (Besam Hisên), Emel Şemdîn, çalakvan Mihsin Ehmed û bi navê Partiya Rêforma Demokrat a Yekbûyî Xelef El-Esed ve hatin kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku aloziya Sûriyê di sala xwe ya 8‘emîn de ye, hêzên navdewletî Sûriyê di nav xwe de parve kirine. Lew re pêwîste Rêberiya Xweser projeya demokartîk pêş bixîne û şerê dagirkerên herêmê bike, di serî de dagirkeriya Tirkiyê ku beşek ji xaka Sûriyeyê dagirkeriye. Her wiha hate destnîşankirin ku guhertina demografiya herêmê parvekirina Sûriyê di navbera hêzên derve de diyar dike.

Kesên axivîne her wiha teqez kirin ku Rêberiya Xwesriya Demokratîk û Hevpeymana Civakî ya ku gelê Sûriyê bi xwe nivisandine xala destpêkê ye ya ber bi demokratîkbûyîna Sûriye bû. Axaftivan diyar kirin ku tecrubeya Bakurê Sûriyeyê ji sala 2014‘an ve hatiye pêkanîn, bi vê projeyê gelek herêmên ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatin rizgarkirin.

Axaftivanan anîn ziman ku îdiayên dibêjin ku projeya Rêvberiya Xweseriya Demokratîk tenê ji aliyê Kurdan ve tê birêveberin şaş e û wiha hate gotin: "Kurdan projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêşkêş kirine, ev projeya hemû ol, pêkhate û mezheban hembêz dike. Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  berhemên keda gelê herêmê ye. Heger ne jê vê projeyê baye ewqas serkeftin nedihatin bidestxistin. "

Di axaftinan de bal hate kişandin ku Şam sîstema demokratîk û projeya li Bakurê Sûriyê qebûl nake û naxwaze projeya netewa demokratîk bi ser bikeve, ji ber ku vê projeyê wekî xeteriyekê li ser sîstema xwe ya desthilatdar a dîktator dibîne. Her wiha hate destnîşan kirin ku tevahî gelê Bakurê Sûriy û gelê Sûriyê amade ye vê projeyê bipejirîne û sîstema nenavendî çareseriya herî munasib ji bo pêşeroja Sûriyê bi nav kirin.

Axaftivanan bang kirin ku li hemberî êrîşê û zêdegaviyên Tirkiyê yên li dijî herêmên Sûriyê yek helwestê bidin û ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî bixebitin.

Piştî axaftinan navber dest pê, piştre dê mijara sêyemîn were vekirin.

ANHA