Salvegera damezrandina PKK‘ê li Amûdê hate pîrozkirin

Li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo salvegera 40‘î ya damezrandina PKK‘ê hat pîrozkirin.

Salvegera damezrandina PKK‘ê li Amûdê hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK‘ê li Amûdê hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK‘ê li Amûdê hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK‘ê li Amûdê hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK‘ê li Amûdê hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK‘ê li Amûdê hate pîrozkirin
28 mijdar, 2018   14:59

QAMIŞLO

Pîrozbahiya salvegera 40‘î ya damezrandina PKK‘ê ji aliyê Meclia Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê ve li Hola Beylesan a navçeyê hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên navçeyê, Serokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, Hevseroka Partiya Yekitya Demokratîk Eyşe Hiso, Şêwirmendê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Rêzan Gulo beşdarî pîrozahiyê bûn.

Cihê şahiyê bi alên PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xemilandin.

Şahî bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Paşê belgefîlmeke li ser dîroka damezrandina PKK‘ê û têkoşîna kadroyên wê hate pêşandan.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Welîda Botî di şahiyê de axivî û salvegera damezrandina PKK‘ê li malbatên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî gelê Kurdistanê pîroz kir û got: "PKK 27‘ê Mijdara 1978‘an de bi komeke biçûk ku Ocalan serkêşiya wê dikir û bi derfetên kêm ava bû. Îro bi saya berxwedana şehîdan bi mîlyoonan Kurd û gelên  cîhan piştgiriyê didin vê partiyê, ji ber ku PKK ji bo parastina nirxên mirovahiyê û azadiya gelên bindest tê dikoşe.

Pişt axafina Welîda Bûtî Koma Serdem a Hêzên Erka Xweparastinê ya stranan, Koma Şehîd Bêrîtan a Zarokan, Koma Şehîd Welat û Koma Şehîd Agirî stran û dîlan pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

ANHA