Bi vîn û israr astengdariya xwe derbas kir

Mihemed Salih bi vîn û israra xwe, astengdariya xwe derbas kir û ev 30 sal e di firotina sebzeyan de li bajarê Reqayê ji bo peydakirina debara malbata xwe dixebite.

Bi vîn û israr astengdariya xwe derbas kir
Bi vîn û israr astengdariya xwe derbas kir
Bi vîn û israr astengdariya xwe derbas kir
Bi vîn û israr astengdariya xwe derbas kir
27 mijdar, 2018   10:37

HEMÎD EL-ELÎ / REQA

Piraniya kesan bawer dikin ku kesên astengdar divê di nav mal de bimînin bêyî ku jiyana xwe ya normal bidomînin, bi kesên din re bidin û bistînin û bixebitin. Welatiyê bi navê Mihemed Salih bi israra xwe li hember vê baweriyê sekinî û xuya kir astengî li hember vîn û israra mirov nabe asteng. Ruxmî astengdariya xwe, lê di nav çar dîwarên malê de nema û ji bo peydakirina debara malbatê di firotina sebzeyan de dixebite.

Mihemed Salih di sala 1968'an de li herêma El-Kesrat a başûrê Reqayê ji dayik bûye û astengdar e. Mihemed bavê 8 keçan û 2 kuran e. Kurekî Mihemed di destpêka aloziya Sûriyê de winda bûye û yê din jî rojekê ji malê derketiye û malbat tu agahiyan der barê wî de nizane.

Mihemed mîna gelek kesan dest ji xwendinê berdide da ku alîkariya bavê xwe di peydakirina debara malbatê de bike. Li gel bavê xwe di şivantiyê de dixebite. Rojekê çeka nêçîriyê paqij dike û gule ji çekê derdikeve û lingê wî birîndar dike. Di encamê de lingê wî yê rastê ji çokê ve qut dibe.

Mihemed li herêma El-Kesrat a başûrê Reqayê bi cih bûye. Rojane çemê Firatê bi rêya El-Birek (keştiya ku şêniyan di navbera her du beravên çemê Firatê de vediguhêzin) derbas dike û bi lingekî motorsîklêta xwe diajo.

Mihemed sebzeyan li qada muzexaneya Reqayê difiroşe. Rojane di navbera hezar heta hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê de qezenc dike.

Mihemed ji ajansa me re axivî û wiha got: "Di vî karî de ev 30 sal e ez dixebitim. Ez razî nebûm ku li mal di nav 4 dîwaran de rûnim û li benda tu kesekî nemam da ku alîkariya malbatê bike û qûta me peyda bike."

Mihemed wiha domand: "Xizmên min alîkariya min kirin û lingek çêkirî ji min re anîn. Lê ji ber rewşa lingê min, min nikarî ew ling bi kar bînim. Ez niha dixebitim û ez ne bi hewcedarî tu kesî me."

Çîroka Mihemed xuya dike eger mirov bixwaze wê tiştek li hember vîn û israra mirov nebe asteng û yê astengdariya xwe jî derbas bike.

(şx)

ANHA