Ji bo ewlehiya welatiyên Reqayê tedbîrên trafîkê

Ji ber mij û baranê û bi armanca rêgirtina li ber qezayên trafîkê, polêsên trafîkê yên bajarê Reqayê tedbîrên nû girtine.

Ji bo ewlehiya welatiyên Reqayê tedbîrên trafîkê
Ji bo ewlehiya welatiyên Reqayê tedbîrên trafîkê
Ji bo ewlehiya welatiyên Reqayê tedbîrên trafîkê
27 mijdar, 2018   10:40

EMAR EL-XELEF / REQA

Polêsên trafîkê bi hemû hêza xwe hewl didin têgeha çanda birêxistinkirina tevgera çûn û hatinê di civakê de belav bikin. Polîsên trafîkê li gel rewşa hewayê ya ne baş jî tevgera wesayîtan bi rêxistin dikin û ajokaran hişyar dikin.

Ji ber baranê û mijê ku di saetên berbanga sibehê de radibe, dîtin asteng dibe û gelek caran dibe sedema qezayên trafîkê. Lewre Polêsên Trafîkê tedbîrên zêde girtine û nuqteyên xwe li têketin û derketina bajêr danîne. Her wiha belgeyên ajokaran kontrol dikin û şîretên têkildarî ewlehiyê didin wan.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Navenda Trafîkê Mûsa El-Esaf wiha got: "Ji bo parastina jiyana welatiyan em nuqteyên trafîkê li rêyên têketin û derketina bajêr ava dikin û belavokên hişyariyê li şênî û ajokaran belav dikin."

Têkildarî dewriyeyên ku di nav bajêr de tên meşandin El-Esaf wiha axivî: "Ev dewriye nîşaneyên hişyariyê li ser rêyan datînin û rêyan kontrol dikin da ku ajokar bi lez neajon û bi taybet xwediyên motorsîklêtan. Em hêvî dikin ku şênî û ajokarên bajarê Reqayê girtekên saxlemiyê di erebeyên xwe de bi cih bînin, beriya ku derkevin karên xwe."

(şx)

ANHA