Ciwanên Şedadê li hember kesada aborî şêwazên nû bi kar tînin

Di encama kesada aborî de û buhabûna kelûpelên nû li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê, ciwanên navçeyê neçar man dikanên balê vekin.

Ciwanên Şedadê li hember kesada aborî şêwazên nû bi kar tînin
27 mijdar, 2018   10:22

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Sûkên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê li Bakurê Sûriyê di van demên dawîn de di encama bilindbûna nirxê dolar li beramber lîreyên Sûriyeyê de, kesadeke aborî lê heye. Ji ber wê nirxên kelûpelan li sûkên navçeyê buha bûne. Ji lew re ciwanên navçeyê dikanên cilên balê vekirin.

Ev dikan cilan û heta solan bi buhayên guncaw difiroşin şêniyan. Ji ber buhabûna kelûpelên nû li gorî nirxên dikanên balê, şênî berê xwe didinê. Têkildarî mijarê xediyê dikaneke balê Ela Mela Elî xuya kir ku şênî bi giştî ji ber guncawbûna nirxên cilên balê û bikalîtabûna wan, berê xwe didin wan dikanan û pêdiviyên xwe dikirin.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Mihemed El-Îbrahîm wiha got: "Ji ber ku nirxên cilên balê ji bo me guncaw in û em dikarin xwestekên xwe lê peyad bikin, em cilên balê dikirin."

(şx)

ANHA