Projeya 'Sewacî El-Xêr' av gihand zêdetirî 3 hezar donim erd

Komîteya Çandiniyê û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Tîma Çêkerên Pêşerojê projeya 'Sewacî El-Xêr' bi dawî kir. Di projeyê de zêdetirî 3 hezar donim zeviyên çandiniyê li bakurê rojavayê gundewarên Reqayê tên avdan.

Projeya 'Sewacî El-Xêr' av gihand zêdetirî 3 hezar donim erd
Projeya 'Sewacî El-Xêr' av gihand zêdetirî 3 hezar donim erd
Projeya 'Sewacî El-Xêr' av gihand zêdetirî 3 hezar donim erd
Projeya 'Sewacî El-Xêr' av gihand zêdetirî 3 hezar donim erd
27 mijdar, 2018   09:56

REQA

Komîteya Çandiniyê û Avdanê û Tîma Çêkerên Pêşerojê piştî xebatên 5 mehan kanalê avdanê ya Mizret El-Esediyê li gundewarên bakur ji nû ve sererast kir.

Xebatên sererastkirinê bi paqijkirin û sererastkirina toreyên kanalîzasyonê yên ku hatibûn wêrankirin, dest pê kir. Her wiha xebat li kanalên El-Sehlebiye El-Eliya û El-Ednaniyê bi dirêjahiya 4 km û Mezrat El-Esediyê bi dirêjbûna 2 km û li kanalê Reqa ya Bakur hatin meşandin.

Werşayên kar hemû kanalên ku navên wan li jor hatine rêzkirin, bi dawî kirin û hemû toreyên kanalîzasyonê bi ax û madeya betonê kirin bin erdê. Her wiha werşeyên kar kanalên gundên El-Rehiyat, El-Mişêrfe û herêma Şinîne yên ku 2 hezar û 500 donim zevî av didin, bi dirêjahiya 210 metreyan sererast kirin.

Aliyên têkildar ji projeyan armanc dikin ku rûbera zeviyên çandiniyê zêde bikin, herêmê ji nû ve geş bikin û cotkaran teşwîq bikin da ku zeviyên xwe biajon û berhemên cihêreng biçînin.

Têkildarî mijarê endezyarê Tîma Çêkerên Pêşerojê Ebdulqadêr El-Elî wiha got: "Piştî 5 mehan me projeya 'Sewacî El-Xêr' bi dawî kir. Ev proje qadên berfireh ji zeviyên çandiniyê av dide. Armanca me ji projeyê teşwîqkirina cotkaran ji çandiniyê re û em amadekariyên projeyên din dikin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Avdan û Tîma Çêkerên Pêşerojê beriya vê projeya 'Sewacî Reqaya me' bi dawî kiribû. Di projeyê de kanala Harûn El-Reşîd bi dirêjahiya 25 km hate sererastkirin. Ev kanal 17 hezar donim zevî ava dide.

(şx)

ANHA