ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27.11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27.11.2018
27 mijdar, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Li herêmên Cizîr, Firat û taxa Şêxmeqsûd a Helebê salvegera 40‘î ya damezirandina PKK‘ê tê pîrozkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Reqayê û gundewarên wê bi merasîmekê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Helîl li Goristana Şehîdên Reqayî oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi sponseriya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi dirûşmeya "Hevdîtin û Pêşketin" Danûstandinên Sûrî-Sûrî li navçeya Eyn Îsayê dest pê dike. Danûstandinên dê du rojan dewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Dêrikê tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endama Desteya Rêveber a Kongereya Netewayî ya Kurdistanê Daliya Ramadan destnîşan kir ku hindek partiyên Kurd ên Rojava îdia dikin ku wê tev li Kongreya Netewayî ya Kurdî bibin, lê di heman demê de dest ji berjewendiyên partîtiyê yên teng bernadin, ev jî lidarketina kongreyê asteng dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Berpirsê Komeleya Çanda Suryan Hena Hena destnîşan kir ku dewleta Tirk li ser terorîstên li Idlibê dinixumîne û bi wan re mûzakereyan dikin da ku mozayîka di navbera gelê herêmê de xira bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Rewşenbîrên jin ên Bakurê Sûriyê bang li rêxistinên mirovî bi taybet yên têkildarî jinan kirin ku binpêkirinên dewleta Tirk rawestînin û piştgriya xwe bi hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven re anîn ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Kobanê yên temen mezin dibêjin gihayên çolê bi piranî ji nexweşiyan re dibin derman, divê mirovên niha ji bo tenduristiya xwe gihayên çolê bixwin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi boneya lidarxistina kongreya duyemîn a ciwanan şahiyekê li dar dixe, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber mij û baranê û bi armanca rêgirtina li ber qezayên trafîkê polîstên trafîkê ya bajarê Reqayê tedbîrên nû girtine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya Tîma Çêkerên Pêşerojê projeya 'Sewacî El-Xêr' bi dawî kir. Di projeyê de zêdetirî 3 hezar donim zeviyên çandiniyê li bakur rojavayê gundewarê Reqayê tên avadan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di encama kesada aborî de û buhabûna buhayê kelûpelên nû li navçeya Şedadê ya Kantona Hesekê, ciwanên navçeyê neçar man dikanên balê vekin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mihemed Salih bi vîn û israr xwe astengdariya xwe derbas kir û ev 30 sal in di firtona sebzeyan de li bajarê Reqayê dixebite. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA