Sibe danûstandina Sûrî-Sûrî destpê dike

Bi pêşengtiya Meclisa Sûriye Demokratîk roja Çarşemê danûstandina Sûrî-Sûrî dest pê dike.

Sibe danûstandina Sûrî-Sûrî destpê dike
27 mijdar, 2018   06:49

TIRKÎ EL-KALIT-AZAD SEFO / NAVENDA NÛÇEYAN

Danûstandina Sûrî-Sûrî bi dirûşmeya 'Hevdîtin û pêşketin' li navçeya Eyn Îsayê ya girêdayî Kantona Girê Spî tê lidarxistin. Danûstand dê roj rojan berdewam bike, tê de 6 mijar dê werin gotûbêjkirin.

Li gorî Komîteya Amadekar tê payîn ku derdora 100 kesayet ji opozisyona hundir û derve, hevserokatiya Meclisa Sûriye Demokratîk û hejmarek siyasetmedar wê beşdarî danûstandinê bibin.

Armanca MSD'ê ya danûstandinê

MSD'ê ji danûstandinê armanc dike ku opozisyona Sûriyê kom ser hev bike da ku bighêjin, biryareke hevpar ku bikeve xizmeta gelê Sûriyê û dawî li aloziya 8 salan were. Her wiha armanca danûstandinan ew e ku bighêjin formekî ku mafên hemû pêkhateyên herêmê misoger dike.

Ev danûstandin weke pêngavek duyemîn tê, piştî serketina danûstandina 'Sûrî-Sûrî' ya yekemîn bi dirûşme 'Hevdîtin û avakar' a ku 18'ê Tîrmehê hatibû lidarxistin. Di encamê wê danûstandinê de nêrînên hevpar di navbera hemû aliyên başdar de derketin.

Mijarên dansûtandina 'Hevdîtin û pêşketin'

Danûstandin wê du rojan di dîroka 28-29'an Mijdarê de bidome. Beşdaran wê 6 mijarên bingehîn nîqaş bikin. Mijar ev in: Pirsgirêka mirovahiyê di aloziya Sûriyê de, şeklê hikumetê di pergala nenavendî û demokratîk de, modêla Rêveberiya Xweser, mijara aborî û şeklê wê ya herî guncev ji bo Sûriye pêşrojê, destûra Sûriyê û rêgezên wê yên sereke, doza jinê û rola wê di çareseriyê û aramiya Sûriyê de û makenîzmeyên avakirina yekîtiya opozisyona demokratîk a layîq.

Tê payîn ku çalakiyên danûstandinê wê roja Çarşemê ango sibê saet 9:00'an destpê dike.

(şx)

ANHA