Yekemîn serdana endamekî Congress Amerîkayê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Endamê Congress Amerîkayê Thomas Alexander Garrett bi armanca şopandina tecrubeya demokratîk a li herêmê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

27 mijdar, 2018   05:20

NAVNENDA NÛÇEYAN

Endamê Congress  Amerîkayê Thomas Alexander Garrett 23‘ê Mijdarê di deriyê Sêmalkayê de derbasî Bakurê Sûriyê bû. Garrett ji aliyê Serokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer, Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elîzabêt Gewriyê, cîgirên Buroya Têkiliyên Derve ya Herêma Cizîrê Sena Deham û Fener El-Giêt ve hat pêşwazîkirin.

Hejmarek ji endamên Rêxistina Free Burma, Serokê Meclisa Niştimanî ya Suryan a Sûriyê û endamê Desteya Siyasî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Besam Îshaq û Karsazî Sûrî yê bi eslê xwe Amerîkî Paolo Jalalo li gel endamê Congress Thomas Alexander Garrett bûn.

Serdana endamê Congress  a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 rojan berdewam kir. Thomas serdana nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê, Buroya Têkiliyên Diplomatîk, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Babê, Meclisa Leşkerî ya Cerablusê kirin, her wiha serdana herêmê di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên Mertala Firatê li xeta Çemê Sacûrê, Meclisa Sivîl a Herêma Tebqayê, Reqa û Dêrazorê kirin.

Garrett her wiha hevdîtin bi Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar, Seroka Desteya Rêveber a MSD‘ê Îlham Ehmed û endamên Desteya Serokatî yên meclisê li navçeya Eyn Îsayê, hevserokên Meclisa Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif û Senherîb Bersûm, Hevserokê Meclisa Rêveber a Federaliya Demokratîk Mensûr El-Selûm, Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Bêrîvan Xalid û Ebd El-Mehbaş, kirin.  Li Qamişlo jî hevdîtin bi berpirsê Têkiliyên Giştî yê TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl re kir. Endamê Congress  Amerîkayê hevdîtinên xwe bi Hevserokê Herêma Cizîrê Himêdî Deham El-Hadî re li gundê Til Elo yê navçeya Girkê Legê bi dawî kir.

Yekem car e ku  endamekî Congress  Amerîkayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Di demên pêş em detayên serdanê bi hevdîtinekê li gel Endamê Congress  a Amerîkayê Thomas Alexander Garrett biweşînin.

ANHA