Zarokên Efrîn şad û bextewar bûn

Çalakiyên Roja Cîhanê ya Zarokan ku li kantona Şehbayê hatin lidarxistin bi dawî bûn.

Zarokên Efrîn şad û bextewar bûn
Zarokên Efrîn şad û bextewar bûn
Zarokên Efrîn şad û bextewar bûn
Zarokên Efrîn şad û bextewar bûn
Zarokên Efrîn şad û bextewar bûn
Zarokên Efrîn şad û bextewar bûn
Zarokên Efrîn şad û bextewar bûn
26 mijdar, 2018   19:50

ŞEHBA

Heyva Sor a Kurd, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û Tevgera Çand û Hunerê bi boneya Roja Cîhanê ya Zarokan rêzeçalakî dabû destpêkirin.

Çalakî 20‘ê Mijdarê dest pê kiribûn û sê rojan berdewam kirin. Çalakî li dibistanên kantonê hatin lidarxistin, lê ji ber rewşa hawayî ya ne guncawî çend rojan hatibû rawestandin.

Çalakî îro li dibistanek navçeya Til Rifetê bi dawî bû.

Bi sedan xwendar ku resm û navê Efrînê li ser rûyê xwe xêz kiribûn beşdarî çalakiyê bûn. Her wiha pankartên nivîsên "Mafê min e ez fêr bibin, astengbûna min ne nasnameya min e, ez dixwazim vegerim dibistana xwe, ez dixwazim vegerim mala xwe" bi zimanê Erebî, Kurdî û Înglîzî hatibûn vekirin.

Mamosteya Zimanê Kurdî Rehşan Sîzar Roja Cîhanî ya Zarokan li pîroz kir û got, zarokên Efrînê ji ber êrîşên dewleta Tirk ji mafê xwe bê par man e. Rehşan spasiya komîteya amadekar kir ku ev çalakî bi rêxistin kirine û zaroka şad kirine."

Paşê koma dîlanan a zarokên kampa Berxwedanê dîlanên filklorî pêşkêş kirin.

Endamên Heyva Sor a Kurd şanoyek bi navê "Mafê min e ez bilîzim" pêşkêş kirin. Şano encama êrîşên li ser Efrînê yên li ser zarokan parve dike.

Di dawiya çalakiyê de koma stranan a zarokên kampa Berxwedan stran gotin, beşdaran jî li ber govend gerandin.

ANHA