MSD‘ê bi şêniyên Dêrazorê re civiya

Meclisa Sûriyeya Demokratîk geşedanên dawî ji şêniyên Dêrazorê re şîrove kirin û li daxwaz û giliyên wan guhdar kir.

MSD‘ê bi şêniyên Dêrazorê re civiya
MSD‘ê bi şêniyên Dêrazorê re civiya
MSD‘ê bi şêniyên Dêrazorê re civiya
MSD‘ê bi şêniyên Dêrazorê re civiya
26 mijdar, 2018   19:25

DÊRAZOR

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi armanca şîrovekirina geşedanên dawî û guhdarkirina daxwazên gel civîneke berfireh li bajaroka Kisrayê lidar xist.

Bi sedan şêniyên gundewarên rojavayê Dêrazorê, di nav de rûspî û şêxên eşîreyan, rewşenbîr, endam û hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê di civînê de amade bûn.

Civîn bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk Riyad Derar axivî û got"Em bi dîtina we keyfxweş in, em ê di vê civînê de geşedanên dawî şîrove bikin, ji ber gelek guhrtin û veguhertin rûdane pêwîste werin zelalkirin."

Derar got: "Roj bi roj serkeftinên mezin têne bidestxistin, me ji xala parastina rûmet û welat destpê kir. Gelê Sûriyê yek e. Em naxwazin şerê kurdan û Tirkan hebe. Bi wesîleya Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser jinan em rola mezin a di vê merheleyê de û beşdarbûna wan a di her qadan de bi bîr tînin."

Derar wiha dom da axaftina xwe "Meclisa Sûriyaya Demokratîk şerê xwe yê navxweyî yê destûr hene, ji astengiyên demokratîk guhertina biryarên navdewletî ye. Welat li ser du bingehan ava dibe, qanûn û azadiya ferand. Lê hin hêzên navdewletî û ejnîdeyên derve hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin, lew re pêwîste gelê me ji van komployan hişyar bin û li hemberî wê bisekinin."

Endamê Desteya Siyasî ya MSD‘ê Hesen Mihemed Elî jî di civînê de axivî. Mihemed Elî diyar kir ku ew hewl didin rewşa xizmetguzariyê li herêmên nû hatine rizgarkirin pêş bixin û got: "Divê em layiqê gelê xwe yê fedekar bin. Li herêmên şerê mezin rû didin, her dewleke hewl dide fitneyê li herêmên me belav bikin. Bûyerên ku Reqa û Girê Spî rastiyê vê yekê ne. Li hemberî wê divê em hevgirtina xwe xurt bikin. Bi vê munaseberê ez spasiya şêx û rûsiyan dikin ku li hemberî van hewldanan roleke mezin lîstin. Erka me ye destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin."

Piştî axaftinan endamên dîwana civînê nêrînên gel guhdar kirin. Piraniya daxwazên gel der barê pêşxistina rewşa xizmetguzarî û perwerdeyê de bûn.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif berisva giliyên beşdan dan û ev tişt anî ziman: "Di demeke kurt de em ê bi derfetên heyî 45 dibistanan amade bin û yên din jî sererast bikin. Her wiha dê 34 stasyonên avê di demekê kurt dê bikevin xizmetê, em ê hewl bidin xizmeteke baş pêşkêşî gelê xwe bikin."4

Piştî bidawîbûna civînê, Riyad Derar girîngiya van civînan destnîşan kir û got: "Armanca me ji van civînana ew ku nêrîna Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi gelê xwe re bidin naskirin û rewşa dawî ji wan re şîrove bikin da ku rastiya heyî nas bikin. Her wiha li daxwazên wan guhdar bikin da ku karibin xizmeteke baş pêk bînin."

ANHA