Ciwanên Helebê salvegera PKK‘ê pîroz kirin û tecrîd şermezar kirin

Ciwanên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi meşeke mişeleyan tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û salvegera 40‘î ya damezirandina PKK‘ê pîroz kirin.

Ciwanên Helebê salvegera PKK‘ê pîroz kirin û tecrîd şermezar kirin
Ciwanên Helebê salvegera PKK‘ê pîroz kirin û tecrîd şermezar kirin
Ciwanên Helebê salvegera PKK‘ê pîroz kirin û tecrîd şermezar kirin
Ciwanên Helebê salvegera PKK‘ê pîroz kirin û tecrîd şermezar kirin
Ciwanên Helebê salvegera PKK‘ê pîroz kirin û tecrîd şermezar kirin
Ciwanên Helebê salvegera PKK‘ê pîroz kirin û tecrîd şermezar kirin
Ciwanên Helebê salvegera PKK‘ê pîroz kirin û tecrîd şermezar kirin
26 mijdar, 2018   20:25

HELEB

Bi pêşengtiya ciwanên taxa Şêxmeqsûd a Helebê û bi dirûşmeya "Bi azadiya Rêber Apo û belavkirina felsefeya wî em ê pergala Îmralî hilweşînin" meşek bi mişleyan hat lidarxistin.

Meş ji ber navenda ciwanan a beşê rojavayê taxê dest pê kir. Bi dehan şêniyên taxê beşdarî meşê bûn.

Di meşê de al û sembolên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mişele hatibûn hildan û dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan dihatin avêtin.

Meş piştî ku li kolanên taxê geriya li Çerxerêya Şehîd Destîna rawestiya.

Rêveberê Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Helebê Reşîd Efrîn axivî û salvegera damezirandina PKK‘ê pîroz kir û got, PKK`ê roleke girîng di belavkirina fikrê demokrasiyê li Rojhilata Navîn de list.

Efrîn her wiha bal kişand ser komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku komplo bi berxwedana Ocalan di girtîgehê de pûç bû.

Rêveberê Ciwanên PYD‘ê Ednan Reşîd jî axivî û anî ziman ku armanca komplo ew bû ku di kesayeta Ocalan de gelê Kurd tine bikin û wiha got: "Dijminên mirovahiyê tehemula wan ji projeya me ya demokratîk nine, lew re hewl didin mişeleya azadiyê bitefînin, lê wê nikaribin."

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina PKK‘ê û şermezarkirina tecrîdê bi dawî bû.

ANHA