Li Parka Trafîkê ya Reqayê 200 dar hatin çandin

Bi dirûşmeya "Darekê bibirî em ê dehan biçînin" Komîteya Ciwan û Werzîşê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê îro 200 şitilên daran li Parka Trafîkê çandin.

Li Parka Trafîkê ya Reqayê 200 dar hatin çandin
Li Parka Trafîkê ya Reqayê 200 dar hatin çandin
Li Parka Trafîkê ya Reqayê 200 dar hatin çandin
Li Parka Trafîkê ya Reqayê 200 dar hatin çandin
Li Parka Trafîkê ya Reqayê 200 dar hatin çandin
26 mijdar, 2018   13:13

REQA

Bi dehan keç û xortên Reqayê beşdarî çandina daran a li Parka Trafîkê bûn. Parka Trafîkê di dema şer de hatibû talankirin. Beşdaran 200 darên cur bi cur ji bo xemilandina parkê çandin.

Rêveberê Meclisa Ciwanan a Reqayê Ehmed El-Salêm diyar kir ku armanca wan ji vê yekê xweşikkirina bajar e û da ku zarok bikarin di parkê de bilîzin. Di dawiya axaftina xwe de El-Salêm wiha got: "Em ê dest bi dest bajarê Reqayê ku di dema çeteyan de gelek azar kişandiye, ji nû ve ava bikin. Bi rêya ciwan, rewşenbîr û zanayên me dê bajarê Reqayê bixemile." 

(ekîb)

ANHA