Hovîtiya çeteyên Tirkiyeyê roj bi roj tê belgekirin

Li ser malperên civakî dîmeneke nû belav bû ku tê de kiryarên çeteyên Tirkiyeyê hatine belgekirin û çete îşkenceyê li welatiyan dikin.

Hovîtiya çeteyên Tirkiyeyê roj bi roj tê belgekirin
26 mijdar, 2018   12:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvanan dîmeneke çeteyên Tirkiyeyê dema ku sivîlekî ji bakurê Sûriyeyê bi awayekî hovane îşkence dikin, belav kir.

Çalakvan Hemûd El-Mûsa got dîmen dide xuyakirin ku tiştên ku rêjîma Esad dikirin, niha komên çekdar jî dikin. Hemûd li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kiriye ku di dîmen de komeke girêdayî Artêşa Azad ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigire, sivîlekî bi tohmeta rêyan digire û diziyê dike, îşkence dikin.

Hemûd wiha got: "Eger tohmet rast be jî, awayê îşkencekirina sivîl nayê qebûlkirin, bi milyonan rê hene ku li xwe mikur were."

Çalakvan cihê kişandina dîmen xuya nekiriye, di dîmen de derdora 10 çekdar ji çeteyên girêdayî koma Tirkiyê ne xuya dikin. Li ser kincên wan ala Tirkiyeyê heye û bi awayekî hovane wî ciwanî îşkence dikin.

Çalakvan dibêjin herêmên di bin kontrola çeteyên Tirkiyeyê de ye û sivîlên li wir rastî kiryarên wan tên, ev yek jî dibe cihê aciziya sivîlan.

(jo)