30 endam ji Şepêla Pêşeroja Kurd ya girêdayî ENKS‘ê veqetiyan

30 endamên Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê ya di bin sîwana ENKS‘ê de tevdigere, îstîfaya xwe ji şepêlê ragihandin û beşdarî Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê.

30 endam ji Şepêla Pêşeroja Kurd ya girêdayî ENKS‘ê veqetiyan
25 mijdar, 2018   19:16

QAMIŞLO

30 endamên Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê ya di bin sîwana ENKS‘ê de di civîneke çapemeniyê de ku li Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê ya li bajarê Qamişlo hatibû li darxistin jî Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê îstîfa kir û tevlêbûna xwe ya nava Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê ragihand. Endamên îstîfa kirin ji herêmên Cizîr û Firatê wekî Qamişlo, Dêrik, Amûdê û Kobanê ne.

Bi navê hemû endaman, Endamê berê yê Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê Ehmed Îbarhîm axivî.

Îbrahîm ragihand ku ew bi awayekî fermî îstîfaya xwe ji Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê radighînin û tev li Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê dibin.

Ehmed Îbarhîm sedema îstîfayê wiha diyar kir "Şepêla Pêşeroja Kurd nedikarî rola ciwanan aktîv bike, mixabin Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di her aliyan de rê li ber me digirt. Me dixwest xizmeta gelê xwe bikin, lê mixabin biryar ji derve dihatin. ENKS‘ê jî ne xwedî  biryar  bû, ji ber ku hemû biryarên wê li şûna ku ji Qamişlo hatibana girtin ji Başûr, Tirkiyê û Elmanyayê derdiketin û nêrîna me li ser van biryaran tine bû, lew re me îstîfa kir.

Me pêşniyar dikir ku li çalakiyan li Kurdistana Sûriyê li dar bixin, lê tuhmet bi PYD‘ê vedikirin û digot PYD‘ê çalakiyan qedexe dikin. Şepêla Pêşeroja Kurd em belav kirin û hin aliyên wê siyasî ji aliyên derve re dixebitin."

Îbrarhîm her wiha got: "Em tevlêbûna xwe ya nava Paritya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê radighînin, ji ber ku ev partî li Kurdistana Sûriyê xwedî rêgez û nêrîn e, dikarî bi ciwanên xwe xwe îsbat bike û em jî cihê xwe tê de dibînin. Em ê hewl bidin roleke pêşeng di Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê de bilîzên û xizmeta doza gelê xwe yê pîroz bikin."

ANHA