MSD‘ê bi şêniyên Dêrazorê re civiya

Hevserokê MSD‘ê Riyad Derar bi şêniyên bajaroka Siwar a rojhilatê Dêrazorê re civiya û daxwazên wan guhdar kir.

MSD‘ê bi şêniyên Dêrazorê re civiya
MSD‘ê bi şêniyên Dêrazorê re civiya
MSD‘ê bi şêniyên Dêrazorê re civiya
MSD‘ê bi şêniyên Dêrazorê re civiya
MSD‘ê bi şêniyên Dêrazorê re civiya
25 mijdar, 2018   18:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi armanca gotûbêjkirina rewşa xizmetguzarî li herêmên nû ji çeteyên DAIŞ‘ê hatine rizgarkirin û gundarkirina daxwazên gelê, Hevserokê MSD‘ê Riyad Derar bi şêniyên bajaroka Siwer a gundewarê rojhilatê Dêrazorê re civiya. Bi dehan şêx û rûspiyên ereb ên herêmê beşdarî civînê bûn.

Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar diyar kir ku armanca civînê daxwazên gel guhdar bikin û girîngiya ku gel bi xwe derbara xwe pêk bîne destnîşan kir.

Paşê jî welatiyan daxwazên xwe yên girêdayî pêşxistina rewşa xizmetguzariyê anîn ziman. Piraniya daxwazan girêdayî pêşxistina sîstema ewlekariyê, sererastkirina binsaziya herêmê, vekirina dibistan, pêşxistina rewşa dibistan, sererastkirina pombên ava çemê Xabûr.

Her wiha daxwaza belavkirina ceyranê bi rêya cenatoran û kêmkirina buhayê empêran, peydakirina derftên kar ji bo jinan. Hin kesan daxwaz kirin ku komîteyên belavkirina alîkariyan werin birêxistin ji bo kesên belgeyên li gel wan nîn in.

Riyad Derar danî ziman ku heya nêrxistin nehatine rojhilatê Dêrazorê ji ber herêm hîna baş bi ewle nebûye û got, ji bo kesên belgeyên wan îsbatê nîn in dê li her herêmeke komîteyeke were avakirin da ku navên wan qey bikin.

ANHA