ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.11.2018
26 mijdar, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Şêniyên Serêkaniyê sersaxiyê ji malbata şervanê YPG‘ê Mihemed Îbrahîm re dixwaze, merasîmê sersaxiyê li Hola Şehîdan tê lidarxistin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Minbicê sersaxiyê ji malbata şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebdulhemîd El-Letefo re dixwaze, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êzidiyên Herêma Cizîrê û Şengalê diyar kirin ku dijminên gelê Kurd bi hedefgirtina ola Êzidiyatî hewl didin çanda gelê Kurd asîmîle bikin û destnîşan kirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di nav bêdengiya navdewletî de li Efrînê ola Islamê li Êzidiyan ferz dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevseroka MSD'ê Emîne Umer ragihand ku ew amadekariyên  lidarxistina danûstandinek Sûrî-Sûrî dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Serokê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê Ebdulhemîd Hac Derwîş destnîşan kir ku qutbûna têkiliyên di navbera partiyên siyasî yên Kurdî de sedema sereke ku nahêle Kongreya Netewî ya Kurdistanê were lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Malbata dayika bi navê Dunya Îbrahîm ku ji bav, dê û 4 zarokan pêk tê li kampa Tiwêhîna ya bajarê Teqayê di nava hejariyê de jiyan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hejmarek jinên Minbicê yên ku di saziyan de dixebitin gotin eger jina Minbicê rizgar bibe wê civakê azad bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariyên gel ên Herêma Efrînê pêşkêşkirina ruxmî kêm derfetan û alavên xizmetguzariyê xebatên bê navber dixebite. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên herêma El- Keramê bang li meclisan û stasyona Sadkobê kirin da ku mazotê li şêniyan belav bikin. Ji aliyê xwe ve endamek Sadkobê got destpêkê mazot dê li firneyan were belavkirin, paşê t li şêniyan were belavkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA