Şehîdê YPG`ê li Serêkaniyê hate oxirkirin

Pêkhateyên Serêkaniyê şervanê YPG`ê Agirî Til Temir li goristana şehîdan a Serêkaniyê oxir kir.

Şehîdê YPG`ê li Serêkaniyê hate oxirkirin
Şehîdê YPG`ê li Serêkaniyê hate oxirkirin
Şehîdê YPG`ê li Serêkaniyê hate oxirkirin
Şehîdê YPG`ê li Serêkaniyê hate oxirkirin
Şehîdê YPG`ê li Serêkaniyê hate oxirkirin
25 mijdar, 2018   13:55

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG`ê Mihemed Îbrahîm (Agirî Til Temir) ku  22’yê Mijdarê li Dêrazorê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Serêkaniyê oxir kirin.

Li goristanê merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê YPG`ê ve destpê kir. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Beyar Emîn axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Em bi şehîdên xwe ji hemû herêman ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kir, serbilind in. Bi saya fedakariya wan em niha jiyaneke birûmet û hevbeş pêk tînin. Em soza şopandina rêya şehîdan didin."

Ji fermandarên QSD’ê Cesûr Amûdê jî axivî û wiha got: “Herêm di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe, pêwîstî bi yekitiyê li hemberî faşîzma dagirkeriyê heye.”

Cesûr di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakurê Sûriyeyê û diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê bi van êrîşên xwe yên li dijî sivîlan hewl dide projeya Neteweya Demokratîk têk bibe û herêmê ji niştecihên wê yên resen vala bikin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Elî Ferhan ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Girseyê cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de spart axê.

ANHA