Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Di teqîna duh de şervanekî me şehîd bû

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di teqîna şevê din de şervanekî wan şehîd bû.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Di teqîna duh de şervanekî me şehîd bû
25 mijdar, 2018   14:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî teqînên ku şevê din li bajarê Minbicê rû da bûn, Meclisa Leşkerî ya Minibicê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di teqînê de şervanekî  Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi navê Ebdulhemînd El-Letefo gihişt şehadetê her wiha du şervanên din birîndar bûn.

Di daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê de hate gotin: "Rexmî hemû hewldan û xebatên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji bo parastina ewlehiya bajarê Minbic û welatiyan ji hemû xeteriyan, hin şaneyên veşartî dijberiya berjewendiyên gel dikin û tevliheviyê der bixînin.

Şevê din, roja yekşemê saet di 23:30 du teqîn li bajar rû dan. Teqîna yekem bi rêya mayîneke erebeya Meclisa Leşkerî ya Minbicê kir hedef, di encamê de şervanê me Ebdulhemîd El-Letfo dema erka xwe pêk di anî şehîd bû û du şervanên din jî birîndar bûn.

Em sersaxiyê ji malbata şehîd Ebdulhemîd û gelê xwe re dixwazin û soz didin hemû şehîdan ku em ê  xwîna wan paqij li erdê nehêlin û armancên wan pêk bînin û hemû pilanên hêzên dijber têk bibin."