Bi boneya 25’ê Mijdarê li gelek navendên Bakurê Sûriyê meş hatin lidarxistin

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi minasebate 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan a Navneteweyî meş hatin lidarxistin. Li Qamişlo, Şehba û Girê Spî jin derketin qadan û şîdeta li ser jinan şermezar kirin.

25 mijdar, 2018   13:47

NAVENDA NÛÇEYAN / QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan a Navneteweyî meşek li dar xist. Meş ji ber Çerxerêya Şehîdên Enternasyolîst a bajar dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al, sembolên Kongreya Star û YPJ`ê hatin hildan.

Şandeyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên civaka sivîl û ciwanên şoreşger û her wiha gelek şênî tev li meşê bûn.

Endamên hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-Jin) di meşê de erka xwe ya parastinê û rêxistinkirina meşê bi hêzên Asayîşê re pêk anî.

Meş li Stada Şehîd Heysem Kuço veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif axivî.

Foza Yûsif destnîşan kir ku hemû qanûnên navdewletî îsbat dikin ku tundiya li ser jinan binpêkirina mafên mirovan e lê tevî wê jî li hemû cîhanê jin têne qetilkirin, tecawiz kirin û rastî şîdetê tên û wiha pêde çû,"Li Rojava û Bakurê Sûriyê şoreş bi pêşengiya têkoşîn û îradeya jinan bi rê ve diçe. Ji ber ku jinên Bakurê  Sûriyêji aliyê zihniyeta desthilatdar û kiriyarên çeteyên DAIŞ`ê rastî kiriyarên hovan hatine."

Foza Yûsif di dawiyê de detnîşan kir ku hemû destkeftiyên ku bi daya jinan hatine bidestxistin bersiva herî tund ji bo dijminên jinan e da ku ji wan re were îsbat kirin ku jin dikara aştîyê belav bike û hemû sînoran li pêşiya xwe rake.

Jinan êşên xwe kirin têkoşîna bidestxistina azadiyê

Bi navê Kordînasyona Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Nezîra Gewriyê diyar kir ku zihniyeta desthilatdar hemû cîhan xistiye bin serweriya xwe de, jin ji mafê wê bê par hiştin, ew weke kole di hemû aliyên jiyanê de bikar anî lê jinan hemû zehmetî û êşên xwe kirin têkoşîna ji bo bidestxistina azadiyê.

Endama Kongreya Star a ji pêkhateyên Ereb Sûad Hesen destnîşan kir ku şîdeta Ii ser jinan şîdeta li ser hemû civakê ye ji ber jin hemû civak e.

Her wiha bi navê Tevgera Jinên Sosiyalîst Bîrîtan Asiya got, têkoşîna her sê xuşkên Mîrebal ku ji aliyê dêktator Torxîlo hatin qetilkirin silav kir û diyar kir jinên Rojava û Bakurê Sûriyê têkoşîna wan bi saya şehîd Avesta, Arîn û bi hezaran şeîdên mîna wan, didomînin. Bîrîtan got şehîdan li dijî faşîzm û hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê heta dawiyê li ber xwe dan.

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina têkoşîn û berxwedana jinan û xelekên dîlanê bi dawî bû.

Li Şehbayê meşa girseyî

Her wiha bi hezaran jinên kantona Efrîn û Şehbayê bi wesîleya 25’ê Mijdarê meşek li kantona Şehbayê li dar xist. Jinên kantona Şehbayê bi rengên xwe tev li meşê bûn. Di meşê de alên Yekitiya Jinên Ciwan, Kongreya Star û gelek pankart hatin hildan.

Meş ji rêya navçeya Ehdasê dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin, her wiha şaxên zeytûan hatin hildan.

Meş li qada gund veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Kongreya Star a kantona Efrînê Şîraz Hemo destnîşan kir ku meşa wan mînaka îrade û berxwedanê ye û got ew tu carî derfetê nadin tu kesî ku şîdetê li ser jinan bimeşînin.

Paşê hevseroka kantona Şehbayê Heyfa Hisên destnîşan kir ku jinên ku di nava dîrokê de zilm, zor û şîdet li ser hate meşandin ew in ku li dijî tundiyê li ber xwe didin û mînaka wê jî her sê xwişkên Mîrebal in. Heyfa destnîşan kir ku jin rastî hemû cureyên şîdetê tên, ji ber divê hemû civak ji bo azadiyê jinan û piştgirtiya wan tê bikoşe.

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

Jinên herêma Firatê: Azadiya rêber Apo azadiya jinan e

Bi dirûşmeya "Azadiya rêber Apo azadiya jinan e" şêniyên herêma Firatê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan, meşek li kantona Girê Spî li dar xist. Bi sedan şêniyên herêma Firatê beşdarî meşa girseyî ya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan bûn. Meş ji aliyê Kongreya Star a harêma Firatê ve hate lidarxistin.

Di meşê de bi sedan jin, zarok kal û pîr amade bûn, her wiha alên YPJ’ê û wêneyên şehîdên jin û zaroka şehîd Sara Mistefa hatibûn hildan. Meşê ji Qada Qefes dest pê kir û heta Qada Azadî dewam kir.

Li Qada Azadî meş veguherî mîtîngê. Paşê daxuyaniyek li ser navê Kongreya Star a kantona Girê Spî ji aliyê Fadya Şerîf ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de îşaret bi hewldanên derxistina tevliheviyan hate kirin û hate diyarkirin ku kuştina Îbrahîm El-Hesen, Umer Eloş û herî dawî Beşîr El-Fêsel ji bo derxistina tevliheviyê di navbera pêkhateyan de ye. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ew êrîşên ku li gelê Bakurê Sûriyê tên kirin, em tu carî li ser xaka xwe qebûl nakin û em ne dijminên welatê xwe ne ku dagirkeriyê li ser xwe qebûl bikin. Em wek tevahî jin, em ê heta dawiyê li dijî van kiryaran tê bikoşin û Sûriyeyeke demokratîk ava bikin."

‘Bi saya keda şehîdan jin digihîjin mafên xwe’

Piştî daxuyaniyê hevseroka Rêveberiya Xweser a kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl 25’ê Mijdarê li hemû jinan pîroz kir û got piştî berxwedaneke bêhempa jinan xwe di her saziyekê de bi cih kir û wiha dewam kir: "Ev jî bi saya hevalên jin ku ji bo azadiya jinan serî hildan û şehîd bûn pêk hat.”

Her wiha li ser navê Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel da zanîn ku jin azad bûne û şîdeta ku li ser jinan dihate meşandin, jinan bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têk biriye.

Her wiha jinên Girê Spî ya bi navê Losyan Metosyan ji pêkhateya Ermen û Fadya Şerîf jî ji pêkhateya Ereb teqez kirin  ku ew wek jinên Girê Spî dê li dijî van kiryarên dewleta Tirk ên der heqê jinan de û zaroka Sara ku ji xwe re hedef girtin, bisekinin.

Mîtîng bi xelekên govendê  bi dawî bû.

(ekîb)

ANHA