Li El-Hudeyda topbaran û bombebaran

Hêzên Hûsî bi dehan roket avêtin taxên başûr û rojhilatê bajarê El-Hudeyda. Her wiha balafirên Koalîsyona Erebî xetên bakurê bajêr kirin hedef.

Li El-Hudeyda topbaran û bombebaran
25 mijdar, 2018   12:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî televîzyona El-Erebiye, hêzên Hûsî bi dehan obus û roket bi ser taxên başûr û rojhilatê bajarê El-Hudeyda de barandin. Hûsiyan hewl da derbasî herêmên ku hêzên artêşa Yemenê ku piştgiriya xwe ji Koalîsyona Erebî werdigire, yên di demên dawîn ji wan standine, careke din vegerîne.

Balafirên Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî xetên bakurê bajarê Hudeyda yên ku Hudeydayê bi parêzgehên Hece, El-Mehwît û Senayê ve girê didin, bombebaran kirin.

(ekîb)