Balafirên Rûsyayê ‘herêma bêçek’ bombebaran kir

Yekem car ji dema Rûsya û Tirkiyeyê 17’ê Îlonê hevpeyman li ser herêma bêçek çêkir, balafirên Rûsyayê herêma bêçek bombebaran kir.

Balafirên Rûsyayê ‘herêma bêçek’ bombebaran kir
25 mijdar, 2018   13:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên Rûsyayê êrîşên dijwar birin ser herêma başûrê rojavayê Ildibê. Hêjayî gotinê ye ku herêmên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine bombebarankirin, di 17`ê Îlonê de di encama lihevkirina Pûtîn û Erdogan de wek herêmeke bêçek hate ragihandin.

Li gorî navendê, balafiran herêma El-Raşidîn a rojavayê bajarê Helebê, herêma Xan Toman a li aliyê başûrê rojavayî bejahiya Helebê dikeve, bombebaran kir. Ji aliyekî din ve jî hêzên rêjîma Sûriyê herêmên rojava û bakurê rojavayê Helebê topbaran kirin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî şeva din çeteyên artêşa Tirk a dagirker taxên bajarê Helebê bi madeyên jehrkirî topbaran kirin, Rûsyayê êrîşên hewayî li dijî çeteyan pêk anîn.

(ekîb)