Jinên Minbicê ji bo Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan çalakî lidar xistin

Jinên bajarê Minbicê bi wesîleya Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan çalakiyek li Qada Giştî ya bajêr li dar xist.

25 mijdar, 2018   12:40

MINBIC

Jinên bajarê Minbicê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan çalakiyek li Qada Giştî ya bajêr ku dema bajar di bin dagirkeriya çeteyan de bû jin lê dihatin qetilkirin, li dar xist.

Di çalakiyê de ala Meclisa Jinan a Minbicê, Meclisa Jinên Sûriyê û pankartên bi nivîsa "Na ji koletiya jinan re”, “Azadiya jinan rûmeta wan e” û “Dest bi dest em ê sîstema faşîst hilweşînin" hatin hildan.

Di çalakiyê de berdevka Meclisa Jinan a Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir destnîşan kir ku 25’ê Mijdarê bala her kesî di cîhanê de kişand ser zilm û şîdeta ku li hemû cîhanê li ser jinan tê kirin. Îbtîsam got ji ber zîhniyeta desthilatdar û bandora wê li ser civakê, şîdet li ser jinan tê kirin û hemû mafên wan ji wan hatine standin.

Her wiha seroka Komîteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meha El-Elî diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava şoreşê de û di hemû aliyên civakê de sereke ye û jinan ji cîhanê re îsbat kir ku jin dikarin hemû civakê bi rê ve bibin.

Cîgira Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê Nûr El-Hamid destîşan kir ku di aloziya Sûriyê de jin rastî gelek zehmetiyan hatin, koçber bûn û ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve rastî kiryarên derexlaqî hatin û wiha anî ziman: "Jinên Minbicê jî rastî gelek kiryaran hatin. Lê ji destpêka ku bajar hate rizgarkirin ve jinan xwe bi rêxistin kir û li dijî tundiya li ser jinan tê dikoşin."

Her wiha di çalakiyê de bi navê jinên kantona Şehbayê û Yekitiya Jinên Ciwan axaftin hatin kirin. Di axaftinên wan de hate destnîşankirin ku divê hemû jin li dijî tundiyê tê bikoşin.

Di dawiya çalakiyê de şanoyek bi navê "Şîdeta li ser jinan" ji aliyê Koma Jinên Ciwan ve hate pêşkêşkirin.

(bx)

ANHA