‘Felsefeya Ocalan li dijî cudahiyên çînî ye’

Hejmareke welatiyên Efrînê ku di salên 90'î de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine, destnîşan kirin ku wan rêgezên birêxistinkirinê û xwe bi xwe birêvebirinê nas kirine. Her wiha diyar kir ku dewletên kapîtalîst ji ber tirsa ji fikrên wî, Ocalan dan girtin.

‘Felsefeya Ocalan li dijî cudahiyên çînî ye’
25 mijdar, 2018   08:57

CAFER CAFO-ELÎ KEDRO / ŞEHBA

Hikumeta AKP'ê hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzeran re ji Tîrmeha 2011'an ve qedexe kirine. Ev cara 764’an e ku dozgerî daxwaza hevdîtinê red dike.

Têkildarî mijarê hejmarek welatiyên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin ku di salên 90'î de bi Ocalan re rûniştine, nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Welatiyê bi navê Ehmed Balo yê ji Efrînê, 3 caran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye. Cara yekê di sala 1992'yan de li Lubnanê û her du carên din li taxa Eşrefiyê ya Helebê di salên 1993-1994'an de.

Ehmed Balo da zanîn ku mijara nîqaşên Ocalan girêdayî pirsgirêkên civakî û rêbazên çaresekirina wan bûn û ev tişt xuya kir: "Ocalan her tim behsa pirsgirêkên civakî û rêbazên çareserkirina wê dikir. Her wiha Ocalan di hemû hevdîtinên xwe de pergala kapîtalîzmê rexne dikir û digot armanca wê tenê fikra takekesî ye û dûrî kar û barên siyasî û yên têkildarî gel e."

Her wiha Ehmed destnîşan kir ku Ocalan her tim bi zimanê wekheviyê di navbera jin û mêran de û di navbera hemû pêkhateyên civakê de diaxivî û wiha domand: "Niha ez ji xwe pirs dikim, gelo çawa kesayeteke bêhempa mîna Ocalan bi komployeke navdewletî tên girtin? Bi nêrîna min hin dewletên cîhanê ji ber tirsa belavbûna fikrên Ocalan ên li dijî kapîtalîzmê di tevahiya Rojhilata Navîn de komplo pêk anî."

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Şêx Reşîd ku di sala 1993'yan de bi Ocalan re li taxa Eşrefiyê ya Helebê  rûniştiye, wiha got: "Ez nikarim hevdîtina xwe bi Ocalan re wesif bikim. Bingeha hevdîtinên min bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rêgezên rexne û xwerexnekirinê û israra jiyana hevbeş bû."

Şêx Reşîd wiha domand: "Ji rûniştinên min bi Ocalan re min şêwazên şerê taybet ên ku dijmin li dijî gelê Kurd bi dehan salan bi armanca qirkirina nasnameya wî meşandiye, nas kirin. Mînaka wê jî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li dijî Efrînê ye. Dagirker li Efrînê şûnwaran wêran dikin û demografyaya herêmê diguherin û zimanê tirkî li şêniyan ferz dikin. "

Di dawiyê de Şêx Reşîd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû gelên bindest banga têkoşînê kir.

(şx)

ANHA