Şervanekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd bû

Şervanekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku şeva din di encama teqînekê de li Minbicê birîndar bû, îro şehîd bû.

Şervanekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd bû
25 mijdar, 2018   09:14

MINBIC

Şeva din 2 teqînên hemwext li bajarê Minbicê çêbûn. Yek li ser rêya Cizîrê, ya din jî li taxa El-Serib. Di encama her du teqînan de, sivîlek û 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê birîndar bûn.

Îro yek ji wan şervanên ku birîndar bûbûn, li nexweşxaneyê şehîd bû. Lê der barê nasnameya şehîd de, tu agahî nehatin bidestxistin.

Ji aliyekî din ve jî, rewşa şervanê din ê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û sivîlê ku birîndar bûye, baş e.

(kc)

ANHA