YPG`ê li Efrînê li çeteyan da

Navenad Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê eşkere kir ku hêzên wan çalakiyeke sabotajê li dijî çeteyên li Efrînê lidar xistine. Di encamê de 2 çeteyên di erebeyê de bi giranî birîndar bûne.

YPG`ê li Efrînê li çeteyan da
25 mijdar, 2018   08:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenad Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê ragihand ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê hêzên wan çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê didomînin.

Li gorî daxuyaniya navenda ragihanda YPG`ê dateyên çalakiya herî dawî ya YPG`ê li Efrînê wiha ye:

-24’ê Mijdarê yekîneyek me li ser rêya gundê Birc Heyder a girêdayî navçeya Şêrawa li dijî seyareyeke leşkerî ya koma çete ya bi navê Feylaq El-Şam çalakiya sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên ku di seyareyê de bûn bi giranî birîndar bûn.