ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25.11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25.11.2018
25 mijdar, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Piraniya caran navên kolan û dikanan wateyên cuda didin û çîroka berxwedanekî yan jî têkoşerekî/ê vedibêjin. Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê navên dikanan bala mirovan dikşînin. Bi vê yekê şênî dixwazin wê berxwedanê û wan têkoşeran bi bîr bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hejmarek welatiyên Efrînê ku di salên 90'î de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine,gotin wan rêgezên birêxistinkirinê û xwe bi xwe rêvebirinê nas kirine. Her wiha destnîşan kirin ku dewletên kapîtalîzm ji ber tirsa ji fikrên Ocalan ew dan girtinê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê ku li Kantona Şehbayê dimînin, biryara Dadgeha Mafên Mirovan red kirin û gotin dadgeh şahidê hemû binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Reqayê di şerê li dijî terorê de ewledên xwe kirin qurban. Apê Mistefa yek ji wan şêniyan e ku du kurê wî şehîd bûne û yek din jî şervanê QSD'ê ye. Apê Mistefa dibêje: "Ne ji nexweşiya min baye min ê li rex kurê xwe li dijî terorê şer bikira." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Jinên Efrînê ku bi hêza xwe li hemberî zulmê tên nasîn, piştî dagirkeriya artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê li hemberî destdirêjiyên wan têdikoşin û dagirkeran jiyana wan veguhert tarîtiyê piştî ku azad jiyan dikirin. (BI WÊNE).

CÎHAN

-Washington di demên dawî de tevgera xwe ya der barê dosyaya Sûriyê de zêde kirine û ji Tirkiyê û Moskoyê re stratîjiya xwe diyar kir ku ew ji bo rakirina cezayan li ser Îranê bazirganiyan nake. Li Iraqê jî xebatên siyasî têne astengkirin. Li aliyekî din jî Tirkiyê piştî daxuyaniyên Trump kaxezên xwe yên girêdayî Xaşeqcî winda kir. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Şêrko Hemê got:”Divê em li hêviyê nemînin dewleteke wekî dewleta Tirk bi kêfxweşî pêşwaziya lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê bike. Hêzên ku xizmeta wan dewletên dagirker dikin, xeta xiyanetê didomînin. Ji bo stratejiyeke hevbeş divê kongreya neteweyî ya Kurdistanê were lidarxistin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

-Riyad Derar got, Tirkiyê bi êrîşên xwe hewl dide krîza xwe ya hundirîn derbasî derve bike û gelê Tirkiyê bi derve mijûl bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiyên jinan ên bi boneya 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser jinan dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Gundê "Jin War" bi merasîmekê dê were vekirin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a Reqayê ji rojên destpêkê yên rizgarkirinê ve gelek xebat pêşkêş kirine. Îro jî bi armanca pêşxistina rewşa xizmetguzariyê li bajêr û bedewkirina wê hewl dide gelek projeyên din pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA