Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê têkildarî teqînan daxuyanî da

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê têkildarî teqînên li Minbicê rû dane daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di reqînê de yek sivîl û 2 leşker birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê têkildarî teqînan daxuyanî da
24 mijdar, 2018   22:28

NAVNEDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Çeteyên terorîst  bi armanca ku ewlehiya bajêr têk bibin du mayîn li taxa Serb bi cih kirin. Mayîna yekem li nêzî dibistana Qesir Benat Ereb saet di 23:24‘an de teqiya, di encamê de yek sivîl û du leşker birîndar bûn. Teqîna duduyan jî li nêzî Çerxerêya Delû saet di 23:25‘an de rû da, di teqînê ziyanên mirovî çênebûn.

Wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn  a Minbicê em soz didin gelê ku em ev kiryarên hovane yên newêrek îsrara me ya domandina xeta şehîdan û parastina ewlehiya herêmê zêde dike. Em soz didin gelê xwe ku em çeteyên teroîst û şaneyên wê yên veşartî tine bikin."