Çeteyên dewleta Tirk êrîşî taxa Xalidiyê ya Helebê kir- Hate Nûkirin

Komên çete yên ser bi dewleta Tirk dagirker ve taxa Xalidiyê ya rojavayê Helebê topbaran kir.

Çeteyên dewleta Tirk êrîşî taxa Xalidiyê ya Helebê kir- Hate Nûkirin
24 mijdar, 2018   20:18

HELEB

Nûçegihanên me ji Helebê ragihand ku komên çeteyên yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ji Maret El-Artîq û Kefer Hemra yên li gundewarên Helebê taxa Xalidiyê ya rojavayê Helebê ku di bin serweriya hêzên rêjîmê de ye topbaran kir.

Nûçegihanê me diyar kir ku  ji ber topbaran 41 sivîl birîndar bûn, gihiştin nexweşxaneyên Helebe û destnîşan kir ku rewşa du birîndaran giran e.