Têkoşîna jin di ekraneke mezin de tê nîşandan

Li ser rêya Minbic - Helebê ekranek mezin hatiye danîn di vê ekranê de dîmenên hişyarkirina ji şîdeta li dijî jinan û têkoşîna jinan diyar dibe.

Têkoşîna jin di ekraneke mezin de tê nîşandan
Têkoşîna jin di ekraneke mezin de tê nîşandan
Têkoşîna jin di ekraneke mezin de tê nîşandan
24 mijdar, 2018   20:53

MINBIC

Di çarçoveya çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser jinê Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê îro bi şev li ser riya Helebê - Minbicê ekranek mezin danî. Di vê ekranî de dîmenên girêdayî têkoşîn û dîroka jinê di dirêjahiya serdeman de û azarên wê di çarçoveya tundiya li dijî wê tê kirin de pêşkêş dike.

Ekran li ser riya Helebê li ber çarxeriya Kolana El-Rabîta hate bicihkirin. Ev çalakî wê heta sibe 25'ê Mijdarê bidome.

(şx)

ANHA