‘Ber bi pêşerojeke bê şîdet ve‘

Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi dirûşmeya " çalakiyek li dar xist, ku ji form, şevbêrk û pêşengeh pêk dihat.

‘Ber bi pêşerojeke bê şîdet ve‘
24 mijdar, 2018   20:07

TEBQA

Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef, nûnerên buroyên jin ên partiyê li Hesekê, Firat, Idlib û Teqayê, bi dehan jinên herêma Tebqayê amade bûn.

Çalakî li hola şahoyê ya Navenda Çand û Huner ya Tebqayê îro dest pê kir û di sibe jî berdewam bike. Li hola civînan pankartên bi nivîsên "Em bi te re li dijî tundiyê", "Em ê hev re em jiyaneke bê şîdet ava bikin" û "Şidet nexweşiyeke pêwîste were dermankirin" hatibûn daliqandin.

Bernameya çalakiyê piştî bîranîna cangoriyên azadiyê bi formeya danûstandinan di navbera beşdaran de dest pê kir.

Endamên dîwanê ji Sûad Xelo, Stêra Hecî, Întîsar Dawûd, Selma Xabûr û Sefa Taha pêk dihat.

Di formê de 4 mijar hatin gotûbêjkirin "Şîdeta li dijî jinan di peymên navdewletî, cûreyên şidetê û sedemên wê, di civakê de şideta li dijî zarokan û şideta li dijî jinên Êzidî.

Beşa yekem "Şîdeta li dijî jinan di peymanên navdewletî de" ji aliyê endama dîwanê û Rêvebera Buroya Têkiliyan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Stêra Hecî ve hate şîrovekirin.

Stêra Hecî anî ziman ku divê asta perwerdeyê li gel jinan were bilindkirin bi taybet jinên Sûriyê û li hemberî her cûre tundiya li ser jinan têkoşîn bê kirin, ji ber ku di gelek rewşan de tundî vediguhere sûcên cînayatan.

Stêra cûreyên şideta li dijî jinan rêz kir û wiha domand "Şideta li dijî jinan gelek cûreyên wê hene, destdirêjiya cinsî, sûcên şerefê û tecawizkirin", qanûnên paşverû yên desthilatdar tundiya li dijî jinan hesan dike.

Stêra her wiha got, wekî Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ew hewl didin ku rola jin di civakê de aktîv bikin û dawî li şîdetê were.

Di beşê duyemîn de "Cûreyên şîdetê û sedemên wê" ji aliyê Rêvebera Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Întîsar Dawud ve hate şîrovekirin. Întîsar hin cûreyên şîdeta li djiî jinan destnîşan kir û got, "Zewicandina jinan bê xwesteka wê û hiştina wan bê perwerde û destdirêjiya li dijî wan şîdet e. Her wiha bi dehan cûreyên şîdet hene ku li dijî jinan têne kirin û heya roja me ya îro didomin, bêyî sûcdar bêne darizandin."

Întîsar destnîşan kir ku" Lê divê pêkhateyên şarestaniya mirovahî hişyar bike û ji bo avakirina civaka wekhev û dirûst bixebite."

Seroka Buroya Jiin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Idlibê Sefa Taha beşa sêyemîn a "Di civakê de şîdeta li dijî zarokan" şîrove kir û got "Tundiya li djiî zarokan yek ji diyardeyên herî xeternak e ku rê li ber pêşketina civakê digire û civakê parçe dike. Ji ber ku zarokên nifşên pêşerojê ne bi avakirina zarokekî dirust civakeke saxlem ava dibe. Lê mixabin di rewşa şer de û hedfgirtina dibistanan  gelek zarok ji perwerdeyê bê par man û di kampan de di nava şert û mercên dijwar de jiyan dikin."

Di Beşê çaremîn ê formê de ku têkildarî şîdeta li dijî jinên Êzidî ye endama Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Selma Xabûr bal kişand ser jin di gelek serdema de bi navê adet, ol û eşîre rastî azaran hatin ku jina wekî meta di destê zilam de dihat bikaranîn.

Selma Xabûr anî ziman ku di demên dawî de ango piştî êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên li ser Şengalê bi sedan jinên Êzidî hatin revandin û di bazaran de hatin firotin û wekî "Sebiye" hatin bikaranîn.

Di dawiyê formeyê de beşdaran rêbazên bidawîkirina şîdeta li dijî jinan nîqaşkirin.

Di çalakiyê de her wiha belgefîlmek têkildarî şîdeta li dijî jinan hate nîşandan.

Her wiha şevbêrkeke helbestan bi beşdarbûna 50 helbestanên jin û mêr hate lidarxistin.

Çalakiyên ‘Ber bi pêşerojeke bê şîdet ve‘ dê sibe bi pêşangeheke wêneyên ku şîdeta li ser jinan vedibêje were bi dawî bibe.

ANHA