Rêzan Gulo: Destê me ji diyalogên aştiyane re dirêj kiriye

Rêzan Gulo: Destê me ji her kesên re dirêj kiriye, kesên ku dixwazin aloziya Sûriyê bi rengekî aştiyane û diyalogan re çareser bibe. Em bi hêvî ne ku bibin hêzeke leşkerî Sûrî ku gelê vê welatî û sînor biparêze.

Rêzan Gulo: Destê me ji diyalogên aştiyane re dirêj kiriye
24 mijdar, 2018   15:24

EHMED SEMÎR – BASIL REŞÎD / QAMIŞLO

Nûnerên buroya têkiliyên QSD`ê û şêwermendê fermandariya giştî yê kar û bare sivîl ê QSD`ê Rêzan Gulo di  Kombûna Oldaran û Baweriyan de axivî.

Gulo di destpêk axaftina xwe de spasiya oldaran ku ew Hêzên Sûriyaya Demokratîk vexwend kombûnê û got: "Bi navê xwe û navê fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk em dibêjin em ji we ne û hûn ji me ne, ji ber ku em di cewherê ol û giyanê wê yê dirûst de ne em bang hezkirina mirovhiya û jiyana bi rûmet û aştiyane li ser xaka pîroz dikin."

Gulo di nava axaftina xwe de destnîşan kir ku gelek dewlet li ser parvekirina Sûriyê di nav xwe de li hev kirin û wiha domand: "Dixwazin derbeyekê li tevgera gelê şoreşgerî bixin, hinekan xwe wekî parêzvanê tevger û şoreşê bi nav kir, hin din jî xwest bi destwerdana xwe ya qirêjî rewşa tev li hev kir û hin kesên din jî tevger wekî komployeke gerdûnî wesif kir. Lê pêwîste em li hemberî van pilanan bisekinin."

Rêzan Gulo, anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker yek ji sedemên sereke yên aloziya Sûriyeyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tirkiyê roleke sereke di kûrkirina aloziya Sûriyê de list. Bi rêya çapemeniyê xwe wekî parêzvanê gelê Sûriyê nîşan dan, piştî ku bi hin dewletan mîna Kendav, Îran, Rûsyê û hin welatên din li hev kirin, tevger ji xeta wê ya aştiyane derxist û alozî gûr kir, li aliyekî din jî ji bo koçerkirinê sînor ji gelê Sûriyê re vekir. Di heman demê de mijara penaberan wekî kaxezekê ku li ser bazirganiyê bike li hemberî dewletên Ewrûpayê dida bikaranîn û rê ji komên çete vekir da ku derbasû Sûriyê bibin, Sûriyê veguherand meydana şerê bi wekîlan di navbera hêzên bi nakok da ku hesaban li ser xwîna gelê Sûriyeyê bikin."

Gulo her wiha destnîşan kir ku Erdogan bi hincetin ji rastiyê dûr gefên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û wiha pêde çû: "Zarên vê herêmê bi serkêşiya QSD‘ê bi berdêlên giranbuha çete û tariyên serdemê qewitandin. Hemû pêkhte, beş, mezheb, ol, êl û qebîleyan e di bin sîwana QSD‘ê de parastina herêmê dikin."

Rêzan Gulo di dawiya axaftina xwe de got: "Destê me ji kesî re dirêj kiriye, ew kesên ku dixwazin aloziya Sûriyê bi rengekî aştiyane. Em bi hêvî ne ku bibin bingeha hêzeke leşkerî Sûrî ku parastina gelê Sûriyê û sînorê wê dike."

ANHA