Li Qamişlo forma 25'ê Mijdarê

Desteya Niştîmanî ya Ereb bi wesîleya 25'ê Mijdarê formek orgenîze kir. Beşdarên foromê teqez kirin ku jin bingeha sereke ya avakirina civaka demokratîk e.

Li Qamişlo forma 25'ê Mijdarê
Li Qamişlo forma 25'ê Mijdarê
Li Qamişlo forma 25'ê Mijdarê
Li Qamişlo forma 25'ê Mijdarê
Li Qamişlo forma 25'ê Mijdarê
Li Qamişlo forma 25'ê Mijdarê
Li Qamişlo forma 25'ê Mijdarê
24 mijdar, 2018   17:37

QAMIŞLO

Buroya Jinan a Desteya Niştîmanî ya Ereb bi sponseriya Heyva Sor a Kurd û rêxistina Doz bi dirûşmeya 'Bi hevre li dijî tundiyê û destdirêjiya li ser jinan têkoşînê bikin'  formek orgenîze kir. form li hola El-Sehara  ya li bajarê Qamişlo pêk hat.

Nûnerên Meclisa Sûriye Demokratîk, Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk li Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Sûriyê ji bo Aştiyê, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongreya Star, Mala Êzidiyan, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk, Yekitiya Jinên Suryan, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jinan, Heyva Sor a Kurd û nûnerên saziyên sivîl ên bajarê Qamişlo beşdarî formê bûn.

Di formê de 4 mijan hatin nîqaşkirin " têgeha tundiyê û sedemên wê, her wiha rêbazên bidawîkirinê û rola neyînî ya civakê, ol û mêr a li ser jinan".

Form bi pêşandana belgefîlmek girêdayî tundiya li dijî jinan li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê tên meşandin destpê kir. Piştre endama Buroya Jinan a Desteya Niştîmanî ya Ereb Ebîr Ebûd axivî û diyar kir ku jin di dirêjahiya gelek salan de ji ber zihniyeta mêrdestiyê ji mafên xwe bêpar mane û rastî tundiyê û çewsandinê hatine û diyar kirin ku jinan  li hemberî van astengiyan li ber xwe dan.

Ji aliyê xwe ve endama Heyva Sor a Kurd Ceylan Ibrahîm çîroka roja 25'ê Mijdarê û sedema destnîşankirina vê rojê ji beşdaran re xuya kir .

Piştre deriyê nîqaş û pirsan ji beşdaran re têkildarî her 4 mijaran hate vekirin.

Di nîqaşan de hate destnîşankirin ku jin di aloziyê de bû tovika bingehîn a avakirina civaka demokratîk pirengî û wekhev. Hate tekezkirin ku pêwîste ne tenê jin lê belê hemû endamên civakê li dijî tundiyê bisekinin da ku bighêjin Sûriyeya pêşerojê ya ku mafên jinan diparêze.

Paşê endamên Rêxistina Doz şanoyek girêdayî tundiya malbatê ya li dijî jinan pêşkêş kirin.

form bi xwendina daxyaniyekê  têkildarî vê rojê bi dawî bû.

Endama Desteya Niştîmanî ya Ereb Huda El-Nedas daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:"

25'ê Mijdara 1960'î li Komara Domînîk, xwişkên Mirabal (Minerva, Maria Teresa û Patria)  ên li dijî dîktatoriya Trojîllo serî rakirin, piştî ku li girtîgehê hevserên xwe ziyaret kirin rastî destavêtinê hatin û bi awayekî hovanehatin kuştin.

Ji bo bîranîna wan roja 25'ê Mijdarê weke Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinê hate ragihandin. Ne tenê her sê xwişk têkoşiyane lê belê jin di dîroka xwe de li dijî zihniyeta mêrdestiyê û pergalên desthilatdariyê gelek nakokî jiyaye. Heta niha mirovahî fatoreyê nakokiyan dide.

Tundiya li ser jinan diyardeyeke cîhanî ye, hemû çand, tebeqa û qanên mafên jinan derbas kirine û bûye rûyê rast ê qirkirina civakê. Tundiya li djiî jinan li ser tevahî civakê xeteriyeke mezin e, lew re bi dawîkirina tundiya li ser jinan rê li ber aştî, aramî vedibe.

Herî dawî em bang li hemû jinan dikin ku ne tenê roja 25‘ê Mijdarê têkoşînê bikin, lê belê hemû rojan bikin roja têkoşîn û berxwedanê da ku mafê xwe yên bi sedên salan vegerîne û hişmendiya li ser wê hatiye ferzkirin bişkîne."

ANHA