Di kombûna oldaran de banga diyalogan hate kirin

Encamnameya Kombûna Oldaran û Baweriyan li herêma eşkere bû. Di encamnameyê de bang danûstandinan hate kirin.

Di kombûna oldaran de banga diyalogan hate kirin
24 mijdar, 2018   16:55

QAMIŞLO

Kombûna Oldaran û Baweriyan li herêma Cizîrê vê sibehê li mizgefta El-Tikiyê El-Qadiriyê ya navçeya Amûdê a kantona Qamişlo dest pê kir.

Di kombûnê de gelek oldar, pêkhate û baweriyên ji ola Islamê, Xirstiyan û Êzîdî ji herêmên Bakûr û Rojhilatê amade bûn. Her wiha di kombûnê de rûspiyên êlên Ereban, nûnerên buroya têkiliyên QSD`ê û şêwermendê fermandariya giştî yê kar û bare sivîl ê QSD`ê Rêzan Gulo amade bûn.

Piştî axaftina Rêzan Gulo. Encamnameya kombûnê ji aliyê Serokê Buroya Têkiliyên Olî yê herêma Cizîrê Mihemed El-Qadirî ve hate xwendin.

Encamname wiha ye:

"Birayên me yên rêzdar; di kombûna me de hezkiriyên aştiyê yên ji hemû bawerî, ol û mezheb amade bûn. Beşdaran teqezî li ser girîngiya parastina xaka pîroz kirin û got ew ê talîmatên xêr, biratî û reforomê ku di pirtûkên me yên bang kirin, pêk bînin.

Misliman banga aştiyê ya ku xweda bang dike guhdar dikin.

Xiristiyan peyaman aştiyê ya hezretî Mesîh nas dikin ku di peyaman Colosse de hatiye vegotin.

Êzidî dibêjin: Ehlê yezdan gulên di baxçeyan de ne û ehlê aştiyê ne

Gelê bi rêz; em li vir kombûne da ku ragihanînin ku em aştiyê dixwazin û hewl didin wê pêk bînin. Em bang li hemû berpirsyaran dikin ku danûstandinên aştiyê bikin û ji zimanê çek û çer dûr bikevin. Êdî gelê me ji şer westiya ye, deme dema ku gelê me li welatê xwe yê ezîz xêrê bibîne.

Em ne siyasetmendar in, em oldar in, bi êşa gel dihesin û dizanin ku êş gelekî dirêj kir û destê derve di dirêjkirina vê aloziyê de ye.

Her wiha em destwerdana Tirkiyê di karûbarê gelê Sûriyê de şermezar dikin û banga derxistina dagairkeriya Tirkiyê ji xaka xwe dikin. Her wiha em banga vegera li rêya rast û pêkanîna bangawaziyên gel dikin.

Heger ku Tirkiyê îdiaya edaletê dike em jê re dibêjin edaleta xwe pêk bînin, heger ku dibêjin em nûnertiya islamê dikin em musliman in û xwediyê baweriyê ne û cîranê we ne, mafê cîran kanî.

Di dawiyê de, em dûa ji xwedê re dikin ku nûrê aştiyê belav bibe û axaftina me ya vê civînê bibe gaveke pîroz a ber bi avakirina Sûriyeke demokratî û aştî.

Her wiha em bang li xêrxwaz, hezkiriyê aştiyê û rêxistinên mirovî dikin ku li hemberî gefên dijmin yên li ser gelê me bisekinin."

ANHA