Li Minbicê hemleya xwîndayînê

Li Minbicê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi dirûşma "Bi hev re li dijî nexweşiya telasîmiya" dest bi hemleya xwîndayînê kir.

Li Minbicê hemleya xwîndayînê
Li Minbicê hemleya xwîndayînê
Li Minbicê hemleya xwîndayînê
Li Minbicê hemleya xwîndayînê
Li Minbicê hemleya xwîndayînê
Li Minbicê hemleya xwîndayînê
Li Minbicê hemleya xwîndayînê
24 mijdar, 2018   10:19

MINBIC

Nexweşiya telasîmiya (mediterranean anemy) yek ji nexweşiyan e ku bi piranî li herêmên nêzî Deryaya Spî belav dibe. Ew nexweşiyek wîrûsî ye. Bandora wê li xwînê heye, nexweşiya kêmbûna xwînê çêdike û dibe ku kesên bi vê nexweşiyê dikevin, jiyana xwe ji dest bidin û gelek caran kesên pê dikevin, çavên xwe winda dikin. Ji ber ku bandora wê li ser çêkirina xwînê heye.

Ew nexweşî ji ber sedemên wîrûsî bi zarokan re çêdibe. Li gelek welatên cîhanê belav bûye û bi taybet li herêmên nêzî Deryaya Spî tê dîtin. Li gelek welatan bi navê "Kêmbûna Xwîna Deryaya Spî" tê naskirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li bajarê Minbic û gundewarên wê bi dirûşmeya "Bi hev re li dijî nexweşiya telasîmiya" dest bi hemleya xwîndayînê kir. Bi dehan endamên saziyan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên Komîteya Erka Xweparastinê, endamên Yekitiya Sporê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê berê xwe da Nexweşxaneya Firat da ku xwînê bidin.

Hemleya xwîndayînê heta dawiya rojê dê dewam bike.

(bx)

ANHA