ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24.11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24.11.2018
24 mijdar, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Bi mijara nîqaşkirina rewşa Sûriyê û binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li herêmê, Buroya Têkiliyên Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk hevdîtina oldar û baweriyan li navçeya Amûdê li der dike. Saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mala Êzdiyan a texa Şêxmeqsûd a Helebê meqseda malbatên Êzidî ye. Civaka Êzidî di Mala Êzidiyan de rêûrismên xwe yên olî pêk tînin û çanda xwe hîn dibin. Berpirsên Mala Êzidiyan dibêjin ev mal bersiva herî guncaw a li hemberî ferman û komkujiyên der heqê civaka Êzidî de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hejmarek şervanên YPG‘ê diyar kirin ku ew beşdarî YPG‘ê bûne da ku rêgezên biratiya gelan û jiyana hevbeş pêş bixin û teqez kirin ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin ta hemû pêkhateyan ji çeteyan rizgar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên hiqûqnas ên Efrînê têkildarî 25‘ê Mijdarê daxuyaniyekê li kampa Berxwedan dide, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi armanca şermezarkirina şideta li dijî jinan meşekê li beşê rojavayê taxê li dar dixe, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê destnîşan kirin ku berxwedana jin a li hemberî êrîşên çeteyan rêgeza şideta li ser jinan şikand û tekez kirin ku bi azadiya jin civak azad dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Li cîhanê gelek tevgerên feminîst derketin. Armanca avakirina tevgeran ew e ku jin mafên xwe bi dest bixin, lê ev tevger gelek caran rastî astengiyên giran hatin. Li Bakurê Sûriyê rewş cuda bû; jinan xwe bi rêxistin kir û di hemû qadên jiyanê de cihê xwe girt. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê hevbendiya niştamanî ya sûrî bertek nîşanî biryara ku Dadgeha Ewrûpayê li ser gilînameya gelê Efrînê ku di derbarê sûcên dewleta Tirk a dagirker ku li Efrînê dike de daye ne layîqî dadgehê ye û nayê qebûlkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA