Şideta li dijî Jinan li Şamê hat şermezarkirin

Bi pêşengtiya Kongreya Star bi sedan jinên li taxa Zorava ya paytexa Sûriyê Şamê bi meşekê şideta li dijî jinan şermezar kirin.

Şideta li dijî Jinan li Şamê hat şermezarkirin
Şideta li dijî Jinan li Şamê hat şermezarkirin
Şideta li dijî Jinan li Şamê hat şermezarkirin
Şideta li dijî Jinan li Şamê hat şermezarkirin
Şideta li dijî Jinan li Şamê hat şermezarkirin
23 mijdar, 2018   20:14

ŞAM

Meş bi wesîleya 25‘ê Mijdara Roja Cîhanî ya Têkoşîna Şideta Li Dijî Jinan  û bi dirûşmeya "Azadiya jin ji azadiya civakê ye" hate lidarxistin.

Bi sedan jinên taxê ji Qada Şehîdan dest bi meşê kirin. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Ji tundiyê re na" hatibûn vekirin û dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPJ‘ê dihatin berizkirin. Meş piştî ku li kolanên taxê geriyan dîsa li Qada Şehîdan zivirî.

Berdevka Kongreya Star cîroka têkoşîna xwişkên Mîrebal vegot û cûreyên tundiya li ser jinan pênase kir.

Her wiha got ku hemû cûreyên tundiya li dijî jinan "tundiya malbatê, fîzîkî, cinsî û pîskolojîk" bandorek pir xeter li ser civakê dike.

Çalakî bi dirûşmeyên Jin, jiyan, Azadî bi dawî bû.

ANHA