Dagirkeriya Tirk li Efrînê di şerê qirêj de sînor nas nake

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyekî ve bi rêya saziya leşkerî ku nû ava kirine welatiyên Efrînê direvînin û ji aliyekî din ve jî li şûna mixtaran, sîxûrên xwe li gundên Efrînê bicih dikin.

Dagirkeriya Tirk li Efrînê di şerê qirêj de sînor nas nake
23 mijdar, 2018   14:41

EFRÎN

Gelek dewletan bi rêya raporan reflesk nîşanî kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê dan.  Rêxistina Amnesty International di raporekê de diyar kiribû ku mayîna artêşa Tirk a dagirker li Efrînê dagirkeriye. Her wiha dezgehên çapemeniyê, diziyên dewleta Tirk li Efrînê belge kirin.

Çavkaniyên herêmî ji Efrînê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker dixwaze dizîyên ku li Efrînê pêk tên rewa bike. Ji bo vê jî  saziyên nû li Efrînê ava dike. Derbarê mijarê de çavkaniyan dane xuya kirin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê saziya bi navê "Emin El-Siyasî" ava kirine.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku hemleyên revandina sivîlan ji navçeya Cindirêsê destpê kir. Bi navê "Emin El-Siyasî" saziyeke nû ava kirine û bi destê vê saziyê êrîşî gundekî ku hemû niştecihên wê Ereb e kirine. Hat hîn bûyin yên ku hatine revandin navên wan wiha ne:Ebdilrehman El-Hesen û Ebdilhemîd Mistefa yê ji gundê Bitîtê ne. Çavkaniyan destnîşan kirin ku nayê  zanîn ew kesên ku hatine revandin ka bi kuderê ve birine.

Li şûna mixtaran sîxûrên xwe bicih kirin

Her wiha çavkaniyan diyar kirin ku artêşa dagirker li şûna mixtaran sîxûrên xwe bicih dike ku bikarîbe hemû agahiyan li ser sivîl û gundiyan bizanibe.

Çavkaniyekî taybet di derbarê bûyera li gundê Ereb Bablêt de agahî da ANHA`yê û teqez kir ku artêşa dagirker mixtarê bi navê Hemûd ji karê wî derxistine û kesê bi navê Ebdellah Mistefa Ibrahîm wek sîxur li şûna wî bi cih kirin.

Çavkaniyê diyar kir ku herkesek di zane ku Ebdellah Mistefa sîxûrê dewleta dagirker e û di nava gund de jî ev kes nayê qebûl kirin.

Her wiha hat zanîn ku dewleta Tirk a dagirker mala birayê mixtarê berê Hemûd dagir kirine û kirine navendeke leşkerî.

Hêjayî gotinê ye ku zêdetirî 2 hezar û 500 sivîlên ji Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatine revandin di nava wan de 850 kes çarenûsa wan ne diyar e.

(jo)

ANHA