‘Divê jinên Êzidî rêveberiya hemû aliyên jiyanê bike’

Di kongreya 4’emîn a Mala Êzidiyan de jinên beşdar got ji ber rewşên ku jin tê re derbas dibin, divê erka rêveberiyê hildin ser milê xwe û zilma ku li ser gelan tê meşandin, destpêkê li ser jinan e û nimûneya wê jî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê bûn.

‘Divê jinên Êzidî rêveberiya hemû aliyên jiyanê bike’
‘Divê jinên Êzidî rêveberiya hemû aliyên jiyanê bike’
‘Divê jinên Êzidî rêveberiya hemû aliyên jiyanê bike’
‘Divê jinên Êzidî rêveberiya hemû aliyên jiyanê bike’
‘Divê jinên Êzidî rêveberiya hemû aliyên jiyanê bike’
23 mijdar, 2018   13:42

QAMIŞLO

Xebata kongreya 4’emîn a Mala Êzidiyan li Herêma Cizîrê ya li Hola Beylesan a navçeya Amûdê, bi xwendina rapora xebatê ya Mala Êzidiyan a 2 salên borî, berdewam e.

Piştî bidawîkirina axaftinan, nameyên ku partiyên siyasî û rêxistinan şandine, hatin xwendin.

Têkildarî mijarê, beşdaran dîtin ku pêşketin û serkeftina Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê li ser milê hemû Êzidiyên çar parçeyên Kurdistanê ye û divê biryara pêşketina Mala Êzidiyan di vê kongreyê de derkeve.

Li ser heman mijarê, beşdaran bal kişand ser girîngiya rola jinan di civakan de, nexasim di civaka Êzidî de. Beşdaran da zanîn ku di rewşên wiha de ku jin tê re derbas dibin, divê erka rêveberiyê di hemû aliyên jiyanê de ya bingehîn be ji ber zilma ku li ser gelan tê pêkanîn, destpêkê li ser jinan e. Nexasim di dema êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê de û dîlgirtina bi hezaran jinên Êzidî, lewre divê jin xwe bi pêş bixin û îradeya xwe xurt bikin.

Kongre didome.

(ekîb)

ANHA