Di navbera Tîma Minbicê û Herêma Firatê de lîsika futbolê

Li stada Kobanê di navbera Tîma Herêma Firatê û Tîma Minbicê maçeke futbolê hate lîstin.

Di navbera Tîma Minbicê û Herêma Firatê de lîsika futbolê
Di navbera Tîma Minbicê û Herêma Firatê de lîsika futbolê
Di navbera Tîma Minbicê û Herêma Firatê de lîsika futbolê
23 mijdar, 2018   15:53

KOBANÊ

Turnoveya futbolê ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji aliyê Yekitiya Werzîşê ya Kantona Kobanê ve her roja înê tê lidarxistin didome. Îro jî li Stada Kobanê lîsikek di navbera Tîma Minbicê û Tîma Herêma Firatê de lidar ket.

Bi dehan ciwanên Kobanê û Minbicê û hezkiriyên futbolê temaşeya lîstikê kirin.

Her tîmek ji 11 lîstikvanan pêk dihat. Tîma Firatê bi cilên şîn û tîma Minbicê jî bi cilê spî lîstin.

Maçê saet û nîv dewam kir. Di dawiya lîstîkê de herêma Firatê  bi 3-0 bi ser ket. Her sê nuqte ji aliyê Ferhad Dewrîş hatin girtin.

Yek ji lîstokvanê herêma Firatê Xalid Mihemed kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku piştî lîstina wan a bi tîma Minbicê re ew bi serketin û got "Em gelek bi vê serkeftinê kêfxweşin, lê daxweziyeke me heye ku  me heye ku stadeke baştir were amadekirin ku maç bi rêve biçe."

Ji aliyê xwe ve jî rêveberiyê Yekitiya Werzîşê Mihemed Remî da zanîn ku ew ê turnoveyên fotbulê berdewam bikin.

(ekîp)

ANHA