Çeteyên dewleta Tirk nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kirin hedef

Navenda Ragihandina ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyên koma "Mertala Firatê" êrîşî nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên gundê Ereb Hesen kirin.

Çeteyên dewleta Tirk nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kirin hedef
22 mijdar, 2018   20:05

MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyên "Mertala Firatê bi çekên navîn êrîşî nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li gundê Ereb Hesen ên li ser xeta çemê Saxûrî li bakur û rojavayê bajarê Minbicê kirin.

Navenda Ragihandinê her wiha diyar kir ku rexmî dewriyeyên hevbeş ên Koalîsyona Navdewletî û artêşa Tirk ku bi armanca parastina ewlekariya Minbicê hatin bicihkirin, komên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin hewl didin şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tehrîk bikin.