‘Jin bi fikrê Neteweya Demokratîk dê bendên koletiyê bişkînin"

Meclisa Jinên Sûriyê di çarçoveya Pêngava "Ji kolekirina jinan re na azadiya me rûmeta me ye" de civîneke li herêma Tebqayê li dar xist.

‘Jin bi fikrê Neteweya Demokratîk dê bendên koletiyê bişkînin"
‘Jin bi fikrê Neteweya Demokratîk dê bendên koletiyê bişkînin"
‘Jin bi fikrê Neteweya Demokratîk dê bendên koletiyê bişkînin"
22 mijdar, 2018   18:12

TEBQA

Di civînê de bi dehan jinên herêmên, nûnerên Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê û malên jin ên herêma Tebqa û gundewarên wê beşdarî civînê bûn

Endama Meclisa Jinên Sûriyê Cîhan Mihemed rewşa siyasî ku li herêmê rû dide nirxand û anî ziman "Çirûska şoreşa Sûriyê ji bajarê Derayê vêket û li tevahî herêmên Sûriyê belav bû. Di destpêkê de şoreşeke aştiyane bû, paşê ji xeta xwe ya aştiyane derket û welat ber bi şer û wêrankirinê ve ber."

Cîhan Mihemed bal kişand ser rewşa li Bakurê Sûriyê bi pêvajoya şoreşê re û wiha got: "Wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê têgihiştina me ya ji xeteriyên merheleyê hebû ku dê bandoreke neyinî li ser tevna civaka Sûriyê bike, lew re me xeta sêyemîn, xeta netewa demokratîk û jiyana hevbeş hilbijart."

Cîhan di berdewama axaftina xwe de sedem û tundiya li ser jinan destnîşan kir û anî ziman ku şideta li ser jinan sûcek e li dijî tevahî mirovahiyê ye û delîlê hişmendiya paşverû ye û wiha domand: "Em bi hêz û rola jin bawer in. Îro bi fikrê netewa demokratîk jin dê karibe rola xwe ya pêşeng di civakî de pêk bîne û hemû bendên desthilatdarî û koletiyê bişkînin."

ANHA