Mîraseyek ji têkoşînê; Memo Can

Têkoşer Îmad Ebdulhemîd bi nasnav Memo Can bi komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşdarî tekoşîna azadiyê dibe û di sala 2013'an li Rojavayê Kurdistanê di nava refên YPG'ê piştî berxwedaneke bê hembû tev li kerwanê şehîdan dibe û li pey xwe mîraseyek ji têkoşînê hişt.

Mîraseyek ji têkoşînê; Memo Can
Mîraseyek ji têkoşînê; Memo Can
Mîraseyek ji têkoşînê; Memo Can
Mîraseyek ji têkoşînê; Memo Can
Mîraseyek ji têkoşînê; Memo Can
Mîraseyek ji têkoşînê; Memo Can
Mîraseyek ji têkoşînê; Memo Can
Mîraseyek ji têkoşînê; Memo Can
Mîraseyek ji têkoşînê; Memo Can
Mîraseyek ji têkoşînê; Memo Can
Mîraseyek ji têkoşînê; Memo Can
23 mijdar, 2018   05:20

ŞÎNDA EKREM / NAVENDA NÛÇEYAN

Îmad Ebdulhemîd bi nasnav Memo Can sala 1977‘an li navçeya Dirbêsiyê ya herêma Cizîrê çavê xwe li dinê vekir. Malbata Ebdulhemîd di salên 80‘î de tevgera rizgariya Kurdistanê nas dike. Bavê têkoşer Îmad ji ber ku têkiliyên xwe bi tevgerê re hebû gelek caran ji aliyê rêjîma Baas ve tê girtin.

Malbata têkoşer Îmade di nava şert û mercên zehmet de jiyan kir. Îmade xwedina xwe heya refa duyem a seretayî li navçeyê qedan, piştre malbatê berê xwe dide bajarê Hesekê li wir jî têkoşer Îmade xwendina di asta navîn de terik dike û di karê berbariyê û dîkora xaniyan de dixebite, ji mûlakme gelek hez dikir, di demên xwe yê valahiyê de diçû klubên mûlakme.

Têkoşer Îmad gelekî zîrekbûn çalak bû. Gelek têkoşerên azadiya yên ku ji Çiyayê Kurdistanê dihatin nas dikir û bi wan re çalakiyên girêdayî doza Kurd li Rojavayê Kurdistanê birêxistin dikirin.

Di 18' saliyan xwe de leşkeriya neçarî li gel rêjîma Baas li Şamê kir. Li Şamê jî hin kadroyên tevgerê nas kir, her wiha bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin. Piştî leşkerî qedan vegeriya nava malbatê û detayên hevdîtina xwe bi Ocalan re parve dike.

Di sala 1999'an, bi komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Memo Can ku 22 salî ye biryara tevlêbûna nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dida û di 22'ê Sibata heman salê de ji Sûriyê derdikeve û berî dide çiyayên Kurdistanê.

Bîranînên zarokatiyê

Dayika têkoşker Memo bîranînê kurê xwe bi bîr tîne "Pir çalak û delalî bû û bi tevger bû. Dema ku leşkeriya rêjîmê li Şamê dikir rojekê hat serdana malbatê. Got dayê tu dizanî ku min serok Apo dît, min got niha ne dema henekên te ne, got belê min li Şamê hin heval dîtin û bi rêya wan min serok jî dît."

Piştî komplo têkoşîn xurtir e

Dewletên komploger di mijara girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gotin ku komplo wê bibe destpêka bidawîkirina tevgera rizgariya Kurdistanê ya ku bi serkêşiya Ocalan hatiye damezirandin, texmîn dikir ku bi girtina Ocalan ev tevger mîna şoreşên berê yên Kurdî dê têk biçe, lê ev texmîn cihê xwe negirt. Piştî komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi girtina wî bi encam bû asta têkoşîna tevgerê bilindtir bû. Bi hezaran keç û xortên kurd tev li refên tevgerê li çiyayê Bakur, Başûrê û Rojhilatê Kurdistanê bûn û li hemberî dijminên Kurd û Kurdistanê fedayetî kirin. Yek ji wan têkoşer Memo Can bû.

Bi rihê şoreşgerî vedigere welat

Têkoşer Memo Can piştî 14 salan li çiyayê Kurdistanê, ango bi şoreşê re di sala 2013'an vedigere warê xwe û li vir têkoşîna xwe didomîne û bi rihê şoreşgerî, qehremantî û îsrara serkeftinê cihê xwe di nava şoreşê de digire.

Rêdûr Xelîl hevreyê têkoşer Memo Can li ser kesayeta şehîd Memo vî tiştî dibêje: "Serkeftinên ku Memo di şoreşê de bi destxistine mirov matmayê dihêle, her tim hêvî dikir ku gel bi xwe xwe bi rêve bibe û hêza wê ya leşkerî hebe. Piştî ku serkeftinên şoreşê dît, hewl dida ku destkeftiyên duqat bêtir bi bêne bidestxistin."

Rêdûr Xelîl her wiha dibêje: "Têkoşer Memo piştî ku vegeriya Rojava beriya ku dest bi kar bike îsrar dikir ku malbata xwe bibîne. Ez û wî bi hev re çûn gel malbatê. Min jê re got dema te malbat dît tu negirî, got na wisa nakim. Dema em nêzî gundî wê bûn Memo rêya malê ji bîr kiribû, dawî me pirs kir heta ku em bi ser malê ve hatin."

Têkoşer Memo piştî ku hefteyekê malbatê dibîne biryara tevlêbûna nava qada leşkerî digire û di nava Yekîneyên Parastina Gel de cihê xwe girt.

Di nava YPG'ê de cihê xwe de tabûra Şehîd Nûman a li Serêkaniyê de digire heya pêngava rizgarkirina rojavayê bajarê Hesekê ji herêmên di navbera Til Temir û Serêkaniyê dest pê dike. YPG'ê bi vê pêngavê vekirina kerîdorekî di navbera van herêman de armanc dikir da ku sivîlan ji çeteyên El-Nusra re rizgar armanc bike.

YPG'ê bi pêşengtiya têkoşer Memo Can pêngava rizgarkirina bajaroka Tiwêna dest pê kir. Şehîd Memo moral dida şervanan û di serkeftina pêngavê de xwedî bandorek mezin bû.

Hevalê têkoşer Memo Can, Şoreş Efrînî dibêje "Mamo kaniyek ji zanist û tecrubeyên jiyanî û şoreşgerî bû, mûtewazin bû, her tim hêz dida derdorê. "

Şiyar Niştimanî di dema pêngava rizgarkirinê de li gel têkoşer Memo bû hin kiliyên ku bi şehîd Memo re derbas kirin wiha bi bîr tîne "Ez û şehîd Memo bi hev re bûn dema me şerê komên çete dikir. Gava yekem me gundek rizgar kir navê wê nayê bîra min, di rêya Til Temir de me rêya Sed jî paqij kir. Em nêzî gundê Tiwêna bû komên çete yên Cebhet El-Nusra topek avêtin di encamê de Memo şehîd bû û sê hevalên din birîndar bûn."

Di 22'yê Mijdara 2013'an de Îmad Ebdulhemîd (Memo Can) piştî 14 salan ji têkoşîneke mezin li çiyayê Kurdistanê û li Rojava tev li kerwanê şehîdan bû û li pey xwe mîrastek ji têkoşînê hişt.

ANHA