‘Destkeftiyên Kurdan Tirkiye kiriye dîlê Rûsyayê’

Siyasetmendar û Pisporê Rojhilata Navîn Niyaz Hemîd diyar kir ku destkeftiyên Kurdan, hevkariya Kurd û Amerîkayê, Tirkiye ber bi Rûsya  yê ve biriye û bi hevpeymanên dawî yên Tirkiyê yê bi Rûsya  yê re kirî, Tirkiye bûye dîlê Rûsyayê.

‘Destkeftiyên Kurdan Tirkiye kiriye dîlê Rûsyayê’
22 mijdar, 2018   07:24

NAVENDA NUÇEYAN

Di van deman de ku ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navîn di rojevê de ye, dewleta Tirk a dagirker jî dixwaze para xwe jê bigire. Dewleta dagirker a bi xwe endamê NATO’yê ye, niha jî ji bo rewşa Suriyê bûye hevkarê Rûsyayê ye. Dewleta dagirker ji ber dijminiya xwe ya bi Kurdan re maye di navbera Amerîka û Rûsya de.

Siyasetmendar û Pisporê Rojhilata Navîn Niyaz Hemîd têkiliyên Amerîka- Tirkiye, Rûsya- Tirkiye û rewşa dawî ya têkiliyên wan ji ajansa me re nirxand.

 ‘Tirkiye bûye dîlê Rûsyayê’

Niyaz Hemîd got Tirkiye bi proje û peymanên bi Rûsyayê re dibe dîlê Rûsyayê û bal kişande ser projeya herî dawî ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê  ya gaza xwezayî, ku 10`ê Cotmeha 2016’an de hat fermîkirin.

Niyaz diyar kir ku di rojên borî de serokê Rûsyayê  Vladimir Putin projeya gaza xwezayî bi amedebûna Serokê Tirkiye yê Recep Tayyip Erdogan vekir û wiha got: “Ev proje ji du boriyan pêk hatiye. Yek ji van Turksterm e ku dê salê 15.75 metre kup gaza xwezayî ji Rûsyayê veguhezîne Tirkiyeyê. Boriya din jî Norssterm e ku dê di heman hecmê de gaza xwezayî biguhêze welatên başûrê rojhilatê Ewrupayê. Ev proje ji bo aboriya Tirkiye û Rûsya  pir giring e. Heman demê de ev proje derbeyek mezin e ji bo aboriya Amerîka. Ji ber ku nirxê gaza vê projeyê ku dê biçe Ewrupa ji gaza ji Amerîka diçe Ewrupa ji sedê 20 kêmtir e. Dê ev proje nakokiyên di navbera Tirkiye – Amerîka û Rûsya  – Amerîka de kûrtir bike. Rûsya  dixwaze bi vê projeyê dest deyne  ser hemû enerjiya Tirkiyê, iradeya siyasî ya Erdogan kontrol bike.”

 ‘Armanc lewazkirina Amerîka li Rojhilata Navîn e’

Niyaz Hemîd bal kişand ser têkiliyên Rûsya  û Tirkiyê yên di axa Sûriyê de û ev nirxandin kir: “Armanca siyaseta stratejik a Rûsya ew e ku bi rêya Sûriyê û Tirkiyê re bigehe ava germ. Armanc jî lewazkirina desthilatdariya Amerîka li Rojhilata Navîn e. Bi vê projeyê Rûsya  dixwaze Tirkiyê yekcar ji NATO’yê qut bike. Di rojên derbasbûyî de wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Washingtonê dubare kir ku biryara fuzeyên S-400 bi Rûsyayê re hatiye birîn. Ev jî înadbûna Tirkiye ya li bara Amerîka ye.”

Niyaz Hemîd qala têkiliyên Rûsya  û Tirkiyê  yên li Sûriyê jî kir û wiha axivî: “Dema em li Idlibê dinêrin têkiliyên Tirkiye û Rûsya germ in. Herdû hêz bi hevre piştgiriya çeteyên El- Qaide dikin. Rûsya plan daniye ku ew û Tirkiye bi hevre van çeteyan li dijî Kurd û Amerîka bikar bînin. Ev plan bi taybet jî ji bo lewazkirina Amerîka li Sûriyê ye.”

‘Amerîka Tirkiyê ne wek dost, wek dijminekî dibîne’

Niyaz Hemîd serdan û vegera Çavuşoglu ji Amerîkayê wiha nirxand: “Destvale vegerîna Çavuşoglu ji Amerîkayê belgeyek e ku Amerîka Tirkiyeyê ne wek dost wek dijminekî dibîne. Yek ji mijarên ku navbera Tirkiye û Amerîkayê de dibe nakokî jî têkiliyên Amerîka li gel Siudî ye. Siudî û Tirkiye li ser rêveberiya cîhana Îslamî di nava nakokiyan de ne. Her çendî Tirkiyê  gelek belge di derheqê kuştina rojnameger Cemal Kaşikçi de radestî Amerîka kirine, heta niha tenê biryar di derheqê 17 kesên bi buyerê ve eleqeder de dane. Tirkiyê dixwest Siudî bi destê Amerîka lewaz bike. Lê Amerîka ev kar ji bo Tirkiyê nekir. Heta di ser de serokê Amerîkayê Donald Trump got têkiliyên wan ên stratejik li gel Siudî pir baş in. Dê Amerîka kêfxweş bibûya eger Tirkiyê xwe neavêtiba hemêza Rûsya. Lê roj bi roj Rûsya  îradeya siyasî ya Erdogan desteser dike.”

 ‘Divê planên Ruhanî, Erdogan û Potin baş bên xwendin’

Tirkiye dixwaze bi rêya Îran û Rûsya ku ew jî dewletên wek wî antîdemokratin, Amerîka li herêmê lewaz bike û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ev hêzane dixwazin Rojhilata Navîn bi dizaynek nû di nava xwe de parve bikin. Yek ji sedemên vê xwastekê jî destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyê û hevkariya Amerîka ya bi Kurdan re ye. Ev planên qirêj ji bo Kurdan û destkeftiyên wan xeteriye. Divê planên Potin, Ruhanî û Edogan baş bên xwendin û teşhir kirin.”

(kc)

ANHA