Li Dêrazorê diyardeya avakirina malên axî

Şêniyên gundên Dêrazorê ji ber lêçûna avakirina malên axî kêm e  û ji ber ku ji hawîrdora herêmê re guncev e careke din dest bi avakirina xaniyên axî kirin.

Li Dêrazorê diyardeya avakirina malên axî
Li Dêrazorê diyardeya avakirina malên axî
Li Dêrazorê diyardeya avakirina malên axî
Li Dêrazorê diyardeya avakirina malên axî
Li Dêrazorê diyardeya avakirina malên axî
Li Dêrazorê diyardeya avakirina malên axî
Li Dêrazorê diyardeya avakirina malên axî
Li Dêrazorê diyardeya avakirina malên axî
22 mijdar, 2018   07:39

FADÎ EL-FARÛQ-EBDULMENSÛR / DÊRAZOR

Diyardeya malên axî piştî dehan salan di encama buhabûna kiriyên malan û wêranbûna avahiyan, ji ber şerê ku li herêmê rû daye,  ji nû ve vegeriya herêmê.

Malên axî weke destpêka pêşketina avahîsazî di civakên me de ji demên berê ve dihat hesbandin. Lê bi pêşketina madeyên avakirinê ji dîkor û xemilandina avahiyan, ev diyarde ji holê rabû.

Lê ji ber şert û mercên jiyanê di vê demê de, buhabûna madeyên avakirinê û destheqên karkeran şênî û bi taybet ên gundewar neçar man şêwaza avakirina malên axî ji nû ve vegerînin.

Xwediyên vê karî ji ber vegera vê diyardeyê kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Avakirina van avahiyan hêsan e, pêwîstiya wê bi alavên komplêks tune ye. Lê belê tenê av, ax, pûş, karker û qalibek pêwîst e.

Destpêkê ax, av û pûş tevlihev didin û heriya ku çêdibe dixin qalibekê bi dirêjahiya 20 cm, penahiya 20 cm û bilindbûna 10 cm. Heta 3 rojan li ber tevê tê hiştin da ku zuha bibe.

Her wiha jin roleke mezin di vî warî de dilîze û ji bo peydakirina qûtê malbata xwe ya rojana di vî warî de dixebitin.

Jina bi navê Fida El-Mensûr ji şêniyên gundewarê Dêrazorê ye û di vî pîşeyî de pispor e. Fida têkildarî mijarê wiha axivî: "Ez di vî warî dixebitim da ku alîkariya madî ji malbata xwe re ya ku ji 9 endmana pêk tê pêşkêş bikin."

Li gel guncawbûna avahiyên axî ji hawîrdora gundewarê Dêrazorê di havînê de hênik in   û di zivistanê de jî germ in. Her wiha lêçûna avakirina avahiyan li ser şêniyan jî sivik e.

(şx)

ANHA