Bi israra vegera Efrînê navê kampê xwe kirin”Veger”

Şêniyên Efrînê di vegera Efrînê û qewirandina dagirkeran bi israr in. Ji ber wê navê 'Veger' li kampa pêncan a ku li nevçeya Şêrawayê hatiye avakirin kirin. Ji aliyê xwe ve rêveberiya Kampê dest bi qeydkirina navên malbatên ku dê li kampê bi cih bibin kirin.

Bi israra vegera Efrînê navê kampê xwe kirin”Veger”
Bi israra vegera Efrînê navê kampê xwe kirin”Veger”
Bi israra vegera Efrînê navê kampê xwe kirin”Veger”
Bi israra vegera Efrînê navê kampê xwe kirin”Veger”
Bi israra vegera Efrînê navê kampê xwe kirin”Veger”
22 mijdar, 2018   07:02

CAFER CAFO-ELÎ KEDRO / EFRÎN

Piştî dagirkirina Efrînê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve şêniyên Efrînî neçar man ji malên xwe derkevin û berê xwe dan Şehbayê. Li Şehbayê şênî li dikan, dibistan, mizgeft û malên wêrankirî de bi cih bûn.

Bi armanca peydakirina cihek çêtir ji şêniyan re Şaredariya Gel bi hevkariya Desteya Rêveberiya Herêmî kampek nû li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê ava kir.

Piştî bi dawîkirina xebatên xizmetê ji avakirina toreyên kanalîzasyonê û raxistina zemîna kampê, heta niha 40 kon hatine danîn.

Ji aliyekî din ve jî Rêveberiya kampê dest bi qeydkirina navên malbatan û pêşwazîkirina şêniyan ji gund û navçeyên kantonê kirin. Heta niha derdora 27 malbatan navên xwe li kampê qeyd kirine.

Li gorî gotinên Rêveberiya Kampê hêza kampê ji 150 heta 200 konan e.

Şêniyên Efrînê di vegera Efrînê û qewirandina dagirkeran de bi israrin ji ber wê û li gorî daxwaza wan navê 'Veger' li kampê hate kirin.

Têkildarî mijarê endama rêveber a kampê Semîre Ebdulrehman ji ajansa me re diyar kir ku Şaredariya Gel bênavber xebatên amadekirina kampê dimeşîne.

(şx)

ANHA