Bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên hunerî û çandî

Weqfa Jina Rewşenbîr bi kordîneya bi Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê, bi boneya nêzikbûna Roja 25`ê Mijdarê çalakiyên hunerî û çandî lidar xistin.

Bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên hunerî û çandî
Bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên hunerî û çandî
Bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên hunerî û çandî
Bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên hunerî û çandî
Bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên hunerî û çandî
Bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên hunerî û çandî
Bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên hunerî û çandî
Bi boneya 25`ê Mijdarê çalakiyên hunerî û çandî
21 mijdar, 2018   16:43

QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên  ku rêxistinên jinan ên Bakurê Sûriyê ji bo Roja Têkoşîna Şideta Li Dijî Jinê lidar dixin, Weqfa Jina Rewşenbîr bi kordîneya bi Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê li hola Zana ya bajarê Qamişlo çalakiyên hunerî û çandî lidar xistin.

Bi dehan rewşenbîr û hunermendên jin, endamên saziyên civaka sivîl ên kantona Qamişlo(Serêkaniyê, Til Hemîs, Til Koçer) beşdarî çalakiyê bûn.

Destpêka pêşengehê, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê jinê de bi sinevizyonekê hate pêşandan.

Piştre, ji rêveberên Weqfa jina  Rewşenbîr Sariya Mihemed û Cigira Desteya Çand û Hunerê Nûr El-Weka axivin û hemû jinên  ku di oxira azadî û jiyan bi rûmet û bidestxistina mafên xwe şehîd bûne, bi bîr anîn.

Her wiha di axaftinan de hate gotin ku divê têkoşîna li dijî şideta li ser jinê ne tenê Roja 25`ê Mijdarê be. Di axaftinan de, bang li jinan hate kirin ku têkoşîna xwe li hemberî zulim, koletî û zihniyeta baviksalarî xurt bikin.

Piştî axaftinan, helbestvanên  bi navê Meryem Temer, Anahîta Sîno û Feyrûz Reşik helbestên xwe derbarê Efrîn, zarok, welat û şer de gotin.

Piştre, Koma Til Koçer û Koma Til Hemîs stranên xwe yên erebî pêşkêş kirin. Her wiha koma Serêkaniyê ya girêdayî Kevna Zêrîn şanoyek pêşkeş kirin.

Her wiha Koma Orchestra ya Rojava jî mûzîka xwe pêşkêş kir.

Di heman demê de, tabloyên endamên Weqfa Jina Rewşenbîr, xebatên ku bi destan hatine çêkirin û pêşengeke biçûk a pirtûkan hatin pêşandan.

Çalakî bi dûrişmeyên silavkirina berxwedana jinê bi dawî bû.

(kc)

ANHA