Zarokên Efrîn û Şehba şahiya roja xwe lidar dixin

Zarokên herdu kantonên Şehba û Efrînê bi boneya salvegera roja cîhanî ya zarokan li navçeya Fafîn a kantona Şehba şahiyek lidar xistin.

Zarokên Efrîn û Şehba şahiya roja xwe lidar dixin
Zarokên Efrîn û Şehba şahiya roja xwe lidar dixin
Zarokên Efrîn û Şehba şahiya roja xwe lidar dixin
Zarokên Efrîn û Şehba şahiya roja xwe lidar dixin
Zarokên Efrîn û Şehba şahiya roja xwe lidar dixin
Zarokên Efrîn û Şehba şahiya roja xwe lidar dixin
Zarokên Efrîn û Şehba şahiya roja xwe lidar dixin
21 mijdar, 2018   12:56

ŞEHBA

Bi armanca şahîkirina zarokan û nexşekirina rûkeniyê li ser rûyê wan, li navçeya Fafîn a kantona Şehba bi boneya salvegera roja cîhanî ya zarokan ku dikeve 20 Mijdarê Komîteya Piştgiriya Derûnî bi hevkariya Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk û Tevgera Çand û Hunerê şahiyek ji zarokên Efrîn û Şehba re hate lidarxistin.

Di şahiyê de bi sedan zarokên Efrîn û Şehba û mamosteyan û rêveberên Heyva Sor a Kurd û endamên Tevgera Çand û Hunerê beşdar bûn.

Di şahiyê de zarokan pankartên bi nivîsên weke “Jiyana saxlem ji mafê min e, lîstok ji mafên min e, jiyana aram ji mafê min e û ji mafê min e hûn guhdarî me bikin” bilind kirin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre koma şehîd Berxwedan a dîlanê ya girêdayî Tevgera Çand û Hunerê dîlaneke folklorîk gerandin û dilê zarokan şad kir.

Piştre endamên Heyva Sor a Kurd şanoyek pêşkêş kirin. naveroka şanoyê girêdayî êrîşa hovane ya artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî Efrînê bû û çawa zarok neçarî koçberiyê hatine kirin.

Piştre koma Serdem a stranan a girêdayî Tevgera Çand û Hunerê hejmareke stranên şoreşgerî pêşkêş kirin û zarokan jî xelekên dîlanê bi kêfxweşî gerandin.

Komîteya Piştgiriya Derûnî sibe çalakiyên xwe bi dawî dike û dê li bajaroka Til Rifeet şahiyekê ji zarokan re lidar bixîne.

ANHA